'Her ku dijberên Kurdistanê ketine tengasiyê çekên kîmyewî bi kar anîne'

  • 09:02 17 Kanûn 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnas û mamosteya hiqûqê ya zanîngeha Silêmaniyê û di heman demê de jî xizma kesên ku di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane Şadye Birahîm têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wiha got:"Her ku dijberên Kurdistanê ketine tengasiyê çekên kîmyewî bi kar anîne. Sedam li hember serhildana kurdan li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li hember serhildana PKK'ê çekên kîmyewî bi kar anî. Di vir de armanc ne tenê qetilkirina mirovan, qetilkirina xwezaya Kurdistanê ye jî."
 
Gelê kurd her tim li dijî dijminên hov li berxwe daye. Bi taybetî jî li dijî kurdên ku li ber didin çekên kîmyewî hatine bikaranîn û bi vê yekê re xwezaya kurdan jî tê hedefgirtin. Ji salên 1980'an heta roja îro li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bikaranîna çekan bi delîlan hatin eşkerekirin. Lewra bêdengiya komeleyên navneteweyî dibe sedema bikaranîna zêdetir. Lewra bikaranîna çekên kîmyewî li cîhanê û li dadgehên navneteweyî bi dengê pir hatiye qedexekirin. Mamosteya zanîngehê û hiqûqnas Şadye Bekir ji Silêmaniyê têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî bi ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
Ji Sedam heta Tirkiyeyê bikaranîna çekên kîmyewî
 
Sedam Huseyîn di pêvajoya şerê Iraq û Îranê ya salên 1980-1988'an de ji bo serhildana kurdan bide sekinandin bi çekên kîmyewî êriş kir û bi qasî 5 hezar kurd hatin qetilkirin û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Bandorên çekên kîmyewî hîna li herêmê didome. Lewra dewleta tirk jî bi destpêkirina têkoşîna li Kurdistanê ya salên 1984'an ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Ruxmê ku bi caran bikaranîna wan hatin eşkerekirin jî pêşî lê nehatin girtin.
 
Di salên 1986'an de jî Tirkiyeyê di giştînameyek xwe de diyar kiribû ku “di dema pêwîst bike de dibe ku hêza me çekên kîmyewî bikar bîne.” Cara yekemîn jî dîmenen bikaranîna çekên kîmyewî di sala 1999'an de di şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK'ê de hate girtin. Di êrişa ku li herêma Ballikya ya girêdayî Şirnexê pêk hat de 20 PKK'yî bi çeka kîmyewî hatibûn qetilkirin û derket holê ku ew çek ji aliyê Elmanyê ve hatiye derxistin. Ango hat zanîn ku ji salên 1995'an ve Elmanya van çekên kîmyewî difiroşe Tirkiyeyê. Bi heman rengî dewleta tirk li Rojava jî bi çekên kîmyewî êriş kir û gelek sivîl qetil kir. Muhemmed Hemîd ê 13 salî ku laşê wê şewitî bû, bû mînaka bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gelê kurd. Ev rêbaza êrişê li Başûr û Bakur jî di roja îro de berdewam dike.
 
'Armanc tunekirina civakekê ye'
 
Şadyeyê diyar kir ku çekên kîmyewî bi armanca tunekirina civakekê tê bikaranîn û wiha berdewam kir:"Em armanca şer baş dizanin ku em gelekî timî di nava şer de dijînin. Lê mixabin dijminahiya li dijî gelê kurd ewqas pêşde ye ku tehemûlî nefesa kurdan jî nakin. Her ku serê wan ketiye tengasiyê li dijî gelê kurd van çekan e bi kar anîne. Em weke welatiyên Başûr di salên 80’an de jî me ev bûyerên şerên çekên kîmyewî dît û heta roja îro jî em dibînin. Bi destên dewleta tirk bi awayekî hovane têne bikaranîn."
 
'Ev rêbaza şer ne qanûnî û exlaqî ye'
 
Şadyeyê da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî ne exlaqî û qanûnî ye, ev li welatên cîhanê û li dadgehên navneteweyî de jî derbasdar e ku hatiye qedexekirin jî. Şadiye da zanîn li Kurdistanê tê bikaranîn û herkes ji vê re bêdeng e. Şadiye wiha axaftina xwe domand:"Di şerên cîhanê yên yekem û duyem de ev çekan hatin bikaranîn. Piştî bertekên ku li dijî wan mezin bûn jî di asta navneteweyî de hatibûn qedexekirin. Lewra li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê rewş ne heman e. Dewleta tirkiyê li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi salane bi kar tîne. Bi wî rengî sivîlan jî û siruştê jî qetil dike. Ji ber vê rewşê em dikarin bêjin Kurdistan di bin bombebaran û komkujiyên dijwar de derbas dibe."
 
'Pêwîst e tirkiye were tewanbarkirin'
 
Hevjînê Şadyeyê û bavê wê jî di salên 1988’an de di encama bombebarana Sedam de giran birîndar dibin. Bavê wê ji ber bandora kîmya zêde najî û hevjînê wê ji heya niha pirsgitêkên giran ên tendirustiyê dijî. Şadyeyê jî dibêje min ji nêz ve bandora van çekan dîtiye û ez weke jinek kurd dibêjin berdewamkirina van çekan sucê mirovahî û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Şadyeyê wiha berdewam kir: “Li Rojava jî Tirkiyeyê van çekan bi kar anî û me ji Muhammed Hemîd ê 13 salî jana wê carekdin ji nû ve  hês kir. Ev cihê pirsê ye, çima bêdengî? Pêwîst e hikûmet û aliyê peywendîdar bişopînin, van yekan eşkere bikin û tirkiyeyê tewanbar bikin. Berjwendiyek ya siyasî û bazirganiyê jî diyar e ku di nav vê mijarê de heye."
 
'Her ku dijberên Kurdisatanê ketine tengasiyê çekên kîmyewî bi kar anîne'
 
Şadyeyê bi lêv kir ku Sedam di carekê de bi çeka kîmyewî êrişî gelê me kir û bi hezaran kes qetil kirin û wiha got:"Her ku dijberên Kurdisatanê ketine tengasiyê çekên kîmyewî bi kar anîne. Bi salan e bi kartîne û li gel qetilkirina kurdan xwezaya wan jî qetil dike. Em dibînin ku kesek deng dernaxe. Bê guman e ku xebera hêzên navneteweyî jî pê heye. Pêwîst e ev hêzên navneteweyî li dijî vê bibin asteng. Li welatên derve û hundir jî pêwîst e bertekek mezin were nîşandan."