Li hemberî tundiya mêr - dewletê banga piştevaniyê

  • 16:39 16 Kanûn 2021
  • Rojane
MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê ku êrîşa polîsan a zayendî ya li jinan şermezar kir got, "Em ê piştevaniya bi hev re û bi têkoşînê tundiya Mêr -dewletê têk bibin." 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê, zext û zordariya sîstematîk a polîsan a li hemberî jinên li Enqereyê têdikoşin şermezar kir. Endama Platformê Canan Yûce ku di civîna li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku polîsan pêşiya çalakiya jinan girtin û heta malên wan ew şopandin.
 
'Em ê jiyanê biparêzin'
 
Canan, anî ziman ku rêyên jinan ên dema diçin malê ji aliyê polîsan ve rêya wan tê birîn û wiha got: “Polîs li ber kargehên wan nobetê digirin, li malbatên jinên ku dixwazin di nava têkoşîn û hevgirtinê de bin digerin. Em dizanin ku li hemberî van hemûyan em ê bi ruhê piştevanî û têkoşînê bi ser bikevin. Em ê xwedî li ked û jiyana xwe derkevin û li dijî siyaseta mirinê jiyanê biparêzin."