'Nobeta Edaletê' di roja 283'yan de ye: Bila ceza li bersûcan bê birîn

  • 13:53 16 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 283'yan a 'Nobeta Edaletê' de wiha gotin:"Ev bêedaletî Tirkiyeyê tune dike. Em daxwaza edaletê dikin û bila ceza li bersûcan bê birîn."
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di vê êrişê de hevjîn û 2 kurên xwe winda kir, di 9'ê adarê de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Nobeta malbatê di roja 283'yan de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro jî ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û bi dovîza "Em edaletê dixwazin" li "Qoziya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kirin.
 
Ferît Şenyaşar, diyar kir ku 'Nobeta Edaletê' di bin "zilmê" de berdewam dike û anî ziman ku li Rihayê qanûn ne di meriyetê de ne. Ferît, bi lêv kir ku bêedaletiya li dijî wan ji aliyê gelek beşên civakê ve tê dîtin û wiha got: "Serdozger û dozgerê dosyayê ji ber ku alî digirin nabînin. Prensîba serxwebûna hiqûqê tê binpêkirin. 3 mirovên me li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi çekan hatin lînçkirin û kuştin. Di ser komkujiyê re 3 sal û 5 meh derbas bûn lê girtin tune ye. Dozgeran derî li me girtine, henekê xwe bi me dikin."
 
'Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome'
 
Ferît, bal kişand ser anîna rojevê ya bêedaletiya li dijî wan a parlamenterên muxalefetê ya li meclîsê û wiha axivî: "Ez bangî Serokê Meclisê û Wezîrê Edaletê dikim; ev bêedaletî Tirkiyeyê tune dike. Em daxwaza edaletê dikin û bila ceza li bersûcan bê birîn. Bila birayê min ê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan. Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome."
 
'Hûn bê edalet in'
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê bi Hashtaga "#HûnNeXwecihîNejîNeteweyîNe bêedalet in (#NeYerlisinizNeMilli adaletsizsiniz)" ev parvekirin kir: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê çavdêriya bijîjkê beşa lezgîn. Îfadeya wî ya li dozgeriyê bi hûrgilîtir e. Dozgerê ku bi fermanê hat cihê bûyerê, ji ber ku got faîlî meçhûl bi awayekî vekirî alî girtiye, dibe hevparê sûcê mirovahiyê."
 
Malbatê li vê parvekirinê wêneyê peyamên kedkarekî tednuristiyê ku derbarê komkujiyê de parve kiribû jî zêde kir. Kedkarê tenduristiyê di parvekirina xwe de dibêje ku êriş organîzekirî ye û derbarê kêliya komkujiyê agahî dide.
 
'Dayika ku li edaletê digere ji bîr nekin'
 
Her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn ku wêneyên xwe yên serdana esnafê taxa Yenîşehîrê parve kiribû jî vexwend ber Edliyeya Rihayê û ev şîrove kir: "Dayikek ku li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire heye. Birêz Waliyê min dayika ku li edaletê digere ji bîr nekin."