'Dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike'

  • 12:55 16 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay a diyar kir ku dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike bang li Wezareta Dadê kir û wiha got:"Dev ji pêkanînên girtîgehan vediguherînin cihên mirinê berdin û dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."
 
Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê geşedanên rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
'Ya li girtiyên nexweş dikin, zilm û îşkence ne'
 
Ebruyê ya bi gotina girtîgehên li welatekî eynika demokrasiya wî welatî ye dest bi axaftinê kir wiha got:"Di nava 48 saetên dawî de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Mixabin girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne cihê mirinê. Tenê di hefteya dawî de du girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Suyur li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest dan û tabûtên wan teslîmî malbatê hatin kirin. Mafên wan ên tedawî û tendirustiyê hatin astengkirin. Ew terkî mirinê hatin kirin. Halîl Gueş 29 sal in di girtîgehê de bû û bi tena serê xwe terkî mirinê hat kirin. Tedawiya pençeşêra hestiyan didît. Di serî de Ulucanlar li gelek girtîgehan ma. Lê belê Wezareta Dadê ya vî welatî mirin lê ferz kir û lê zilm û îşkence kir."
 
'Dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike'
 
Ebruyê bal kişand ser mirina bi guman a Garibe Gezer a ku îşkence û tecawiz lê hatibû kirin û hatibû iddiakirin xwe kuştiye û wiha pê de çû:"Garibeyê bi nameyên xwe xwest dengê xwe bide bihîstin lê belê Wezareta Dadê li hember wê ker û lal ma. Gotin întihar e û mohra xwe li bin cinayetekê xistin. Dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike. Ev nîşaneya berbiçav e ku dema mijar bibe kurd û muhalif, hiqûqa dijminatiyê tê şopandin. Em vê yekê qebûl nakin. Dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Dev ji pêkanînên girtîgehan vediguherînin cihên mirinê berdin û dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."
 
Ebruyê wiha dewam kir:
 
Hevdîtinên budçeyê didomin. Îro dolar 15 TL derbas kir. Rewşa welat li ber çavan e. Divê em bipirsin zêdebûna dolar kê dewlemend dike? Bi zêdebûna dolar kedkar û gel xizan dibe. Lîreyê tirk vediguherînin pûlê û kesên îktidar piştgiriyê didin wan dewlemend dibin. Dema hevdîtinên budçeyê dest pê kir me got ne budçeya şer a gel. Me ji qesrê got ne ji şer ji gel re budçeyê veqetîne. Me ev hem li komîsyona binî hem jî li ya ser anî ziman. Di vê pergalê de kirîzeke siyasî heye. Gel li dijî kriza aboriyê li kuçeyan got em nikarin debara xwe bikin. Me bi gel re têkoşîna xwe meşand. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê pergala faşîzan jî bidomînin.
 
Em destûrê nadin ku daraz bibe darê destê îqtîdarê
 
Partiya me partiyeke ku muxalefeta herî mezin li dijî hikûmetê dike ye. Em dizanin ku dema hikûmet ji aliyê siyasî ve muxalefetê ji holê nikare rake darazê wekî dar bi kar tîne. Mexdûrê vê yê herî mezin partiya me ye. Di dema ku muzakereyên butçeyê dewam dikirin, Doza Komploya Kobanê jî li Sîncanê dihat dîtin. Guhertina serok û endamê dadgehê nîşaneya destwerdana eşkere ya hikûmetê ya li darazê ye. Danişînên li dijî nerazîbûna hevalên me yên ji ber demek maqûl nedan hevalên me  pêk hatin. Serdemeke darizandinê ya bi hîle û komployan, nedayîna dema makul nîşaneya tirsa wan e. Ji ber ku hevalên me derewên wan li salonê li rûyên wan dibêjin. Ne HDP û ne jî dostên wê destûrê nadin ku daraz bibe darê destê îqtidarê.
 
Wê çalakiyên me bidomin
 
Heval û hevalên me yên parêzer der barê dosyaya girtina partiya me de parastina me ya destpêkê amade kirin û pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin. Tenê parastina pêşîn wekî dersa di fakulteyên hiqûqê de tê fêrkirine. Ji ber ku em dizanin ew îdianame di kîjan odeyên tarî de hatiye amadekirin. Vê hawêra darazê muxalefet veguherand amûrek jiholêrakirinê. Doza girtinê mînaka vê ya herî zelal bû. Em ê doza girtinê jî têk bibin, mil bi mil bi gelê xwe re li kolanan têbikoşin û bi têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re em ê vê yekê pêk bînin, ji ber ku ev jî êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Di kongreya me ya Stenbolê de ew wêneyê bi coş bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan bû, bersiva herî mezin bû ji bo kesên ku digotin êdî taqeta wan nemaye. Komîteyên me yên partiyê xebatên xwe yên ji bo avakirina zemîneke hevpar a têkoşînê bi hêzên demokrasiyê re li kolanan didomînin. Ev çalakî wê bê navber bidomin. Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî demokrasiyê ne. Werin em hemû bi parastina HDP’ê pêşeroja Tirkiyeyê biparêzin.
 
Hiqûqa dijminane ya li dijî kurdan
 
Sibehê roja dawî ya hevdîtinên butçeyê ye. Di van hevdîtinan de em bûn şahidê gelek tiştan, ya herî girîng jî dijminatiya dewletê ya li hemberî kurdan bû. Mîkrofonên hevalên me yên ku dixwestin çend hevokan bi kurdî bînin ziman hatin girtin. Seroka Meclîsê got 'em fêm nakin' hevalên me û axaftina wan weke 'zimanê ku nayê fêmkirin' kirin bin  girtekan."