Cenazeyê Halîl Guneş hat definkirin

  • 11:46 16 Kanûn 2021
  • Rojane
 
EDENE - Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind ku girtîbû jiyana xwe ji dest da li Edenê hat definkirin. Di merasîma cenazeyê de parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogulları axivî û got: "Em soz didin ku heta avakirina welatekî azad û demokrat em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind ku girtîbû jiyana xwe ji dest da. Halîl di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digirt. 
 
Halîl di 2’yê çileya 1993’yan de hêj 23 salî ye tê girtin û cezayê muebeta girankirî ango heta hetayê lê hat birîn. Nêzî 29 salan bû girtîbû. Demek dirêj bû ku Halîl bi nexweşînên wek penceşêra pişik û hestî re têdikoşiya. Ji roja hatiye girtin heta niha li 15 girtîgehan hatiye gerandin. Piştî ku Halîl di dema binçavkirinê de îşkenceyê giran lê hatibûn kirin nexweşîn lê peyda bûn. Ev nexweşîn di nava salên dirêj ên girtîgehê de lê giran bûn. Parêzeran ji bo berdana Halîl serî li dozgeriyê dabûn. Di encama serlêdanê de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî dabû, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 29’ê çileya 2014’an de raporek ji nû amade kir û biryar dabû ku Halîl dikare di hepsê de bimîne. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû lê belê bersivek erênî jê derneketibû. 
 
Tevî hemû bang û serlêdanên berdanê jî Halîl nehat berdan û Halîl duh sibê koça dawî kir. Çenazeyê Halîl ji Amedê birin Edeneyê û rakirin Morga Goristana Buruk a Edeneyê. Cenazeyê Halîl li Goristana Burukê hat definkirin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, Muazzez Orhan Işik û Kemal Pekoz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) (DBP), rêveberên AYKAY-DER, ATUHAY-DER û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. 
 
Di merasîmê de parlamenter Tulay axivî û got: "Halîl Guneş ji bo azadiya Gelê Kurd di nav têkoşînê de bû û gelek bedelen giran da. Di nav 48 saetan de me 3 girtiyên nexweş winda kir. Yek jî wan Halîl Guneş bû. Em li vir carek din soz dikin ku emê heta dawiyê têkoşîna wî bidomînin û mezin bikin. 
  
Piştî axaftinan malbat û girseya ku tevlî merasîmê bûn ji goristanê veqetiyan û berê xwe dan mala şînê ya ku li taxa Meydan a navçeya Seyhana Edeneyê hatî danîn.