Jinên Mêrdînê: Em ê doza Garîbeyê li erdê nehêlin

  • 09:01 16 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Medya Uren-Derya Ren
 
MÊRDÎN - Jinên siyasetmedar û Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê têkildarî mirina bi guman a Garibe Gezer nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li hember zilma Tirkiyeyê serî netewînin. Jinan gotin qetilkirina jinê dijminatiya li dijî jinê ye û wê jin tim ji bo doza Garîbeyê li qadan bin.
 
Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1'ê ya Tîpa F'yê girtîbû bi îşkenceyek sîstematik û destdirijiyê re rûbirû mabû û di hucreya tê de dihat girtin de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Jinên Mêrdînê û herêmê ji roja yekem heta mirina bi guman jî çalakî li darxistin û bûn dengê Garîbeyê. Jinên siyasetmedar û Dayikên Aştiyê jî di nav de li hember mirina bi guman a Garîbeyê bi ajansa me re axivîn.
 
'Em întîharê qebûl nakin'
 
Parêzer û Hevseroka Şaredariya Nisêbînê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin Semîre Nergîz di destpêka axaftina xwe de xemgîniya xwe anî ziman û wiha diyar kir:"Her çiqas bêjin Garîbeyê xwe kuştiye jî, em qebûl nakin û em dibêjin ev mirineke bi guman e. Ev ji bo hemû jinan jî derbasdar e. Em baş dizanin ku heta bûyera întîharê rû dide gelek bûyer bi serê wê kesê tê. Loma em întîharê qebûl nakin."
 
'Çi bi Garîbeyê hat?'
 
Semîreyê diyar kir li rex mirina bi guman a Garîbeyê cihê bûyerê jî girîng e. Semîreyê da zanîn Garîbeyê di nava avahiyek dewletê de hate qetilkirin û got:"Ew qadeke ewlehiya jiyana girtiyan ji dewletê dihat pirsîn bû. Lewra dema em temaşe dikin ne tenê mirin, beriya mirinê jî heye. Li girtîgehê Garîbeyê hat îstismarkirin û tundî lê hat kirin. Piştî mirinê jî encamên rapora otopsiyê ne diyar bû. Ev bi xwe hemû  cihê gumanê ne. Em jin dipirsin çi bi Garîbe Gezer hatiye? Em dibêjin dewletê berpirsiyariyên xwe neanî cih û bû sedema mirinê."
 
'Gotina întîharê tucarî ne rast e'
 
Çalakvana TJA'yê Rênas Abûrşû jî da zanîn, îro li derdora girtiyên siyasî ewlehiyek mezin heye û ruxmê vê yekê ew qala întîharê bikin wê ne rast be û wiha berdewam kir:"Çawa dibe ku ewqas binpêkirinên mafan li hember girtiyek siyasî pêk bê, bê astengkirin û di nava şert û mercên teng de bê hiştin, li rex wê jî ruxmê ku vê yekê radigihîne jî dimire. Ev yek gumanên mezin di dilê me de ava dike. Ev ne mirinek ji rêzê ye. Rêhevala me jî bi caran bi name û bi hevdîtinên bi malbatê re kirine rewşa xwe û zordestiyên li ser hatibûn kirin anîbû ziman. Ruxmê vê yekê em ê çawa bikaribin qala xwekujiyê bikin?"
 
'Qetilkirina Garîbeyê polîtîk e'
 
Rênasê da zanîn ku sûcdarên bûyerê ji ber ku peywirdarên dewletê ne nayên cezakirin û berteka xwe wiha bi lêv kir:"Di hemû bûyerên îstismar û qetlilkirina jinan de bêguman em bi polîtîkayên bêcezatiyê rûbirû ne. Çawa ku yên Îpek Er qetil kirin bê ceza hatin hiştin wê ev jî bê ceza werin hiştin. Em dikarin bûyerê bişibînin bûyera Îpek Er jî. Ji ber sûcdar kesên bi unîforma ne loma nayên cezakirin. Ev jî bi heman şêwazê ye. Me dît ku di dema bûyera îstismarê bû rojev de jî kesekî tiştek nekir. Lewra em ê jin hesabê vê yekê bipirsin."
 
'Em ê doza Garîbeyê li erdê nehêlin'
 
Gulîzar Seyhan jî bal kişand ser polîtîkayên dijminatiya kurdan a li Tirkiyeyê û got: "Tundiya li ser Garîbe û îşkenceya ku di girtîgehan de li ser girtiyên siyasî tê meşandin dijminatiya li hember kurdan û bêtehemiltiya li hember jinê ye. Dixwazin jinê, bi jinê re jî kurdan tesfiye bikin. Armanca di vir de ew e. Qetilkirina Garîbeyê bûyerek ne ji rêzê ye. Qetikirina wê êrişek li hemberî me hemûyan e û divê em wisa bigirin dest. Ez bawer im ku wê jin û ciwan li hemberî vê bertekek xurt nîşan bidin. Wê bibin dengê Garîbeyan û têkoşîna wê mezin bikin. Em ê doza Garîbeyê li erdê nehêlin."