ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 16 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Jinên siyasetmedar û Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê têkildarî mirina bi guman a Garibe Gezer nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li hember zilma Tirkiyeyê serî netewînin. Jinan gotin qetilkirina jinê dijminatiya li dijî jinê ye û wê jin tim ji bo doza Garîbeyê li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Emîne Şenyaşar bertek nîşanê girtînameya teşhîşê ya diyarkirina “kiryar ne diyar” da û wiha got: “Her tişt li ber çavan e, ew qetlîam li ber çavan hat kirin. Hûn sûc dikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Dozger şirikê vê qetlîamê ne.” DÎMEN HEYE
 
* Temaya 25’emîn  Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Uçan Supurge îsal ‘Mîrateya Jinan e’. Ji Weqfa Uçar Supurge Ceren Kurt got: “Di sektora fîlm de mêr bi bandore û di sektorê de em dizanin ku lîstikvanên jin, derhêner, xebatkarên din hene. Em dixwazin keda van kesan bidin xuyakirin.”
 
*Ji ber zemên li pey hev tên kirin welatî nikarin debara xwe bikin û bertek her diçin zêde dibin. Gelê Stenbolê diyar kir ku hîna mûçeyê asgarî diyar nebûye lê bi zemên tên kirin re heliyaye û got divê rêveberî bê guhertin. DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Jinan a KESK’e Done Gevher Koyun der barê xebatên mîtînga herêmî ya KESK’ê ku pêk bînin de axivî û got di dema xebatan de bi gelek astengiyan re tên rû hev û ji bo mîtîna ku wê li Amedê pêk bê bang kir. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wanê Rojîn Varhan, diyar kir ku bi hewldana lêxistin, revandin, tehdîd, lêgerîna tazî, binçavkirin û girtinê re hatiye rû hev û piştî ji girtîgehê derketiye zextên polîsan berdewam kiriye û serî li ÎHD’a Wanê da. BI DÎMEN