Xuşka Halîl Guneş: Birayê min bi birîndarî di hucreyê de hiştin

  • 16:44 15 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED  - Xuşka girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da Gul Guneş diyar kir ku birayê wê bi birîndarî 5 rojan di hucreyê de hiştine û got ku rêveberiya girtîgehê derew li wan kiriye. 
 
Girtiyê Nexweş Halîl Guneşê yê li Girtîgeha hejmara 2 ya bi Ewlehiya Bilind a Amedê girtî vê sibehê di hucreya yek kesî de mirî hat dîtin. Halîl ê ku cenazeyê wî rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê hat diyarkirin ku wê li Edenê bê definkirin. 
 
Xuşka Halîl Gul Guneş, diyar kir ku ew serê sibehê ji mirina birayê xwe piştî ku rêveberiya girtîgehê di 11.00'an de li wan geriya ye hay  bûne û got, "Berî bi rojekê me telefonî girtîgehê kir. Rêveberiya girtîgehê ji me re got rewşa wî baş e. Birayê min ji ber birîna di laşê wî de biribûn nexweşxaneyê û piştî ku anîn girtîgehê di hucreyê de girtin. Li laşê wî de birînên bi nêm û elem derketibûn. Ji bo ku ew birîn bên dermankirin diçû nexweşxaneyê û ji ber vê jî ew digirtin karantînayê. Rêveberiya girtîgehê li me geriya û got newin hevdîtinê û got ku ew her ji nîvsaetê carekê diçin kontrol dikin. Em em dibînin ku derew e."