Şandeya jinan têkildarî dagirkeriyê de nameyek da parlamentoya Katalonyayê

  • 16:31 15 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke jinan a li Baskê li ser navê komîteya koçberan a Serêkaniyê nameyek da serokatiya parlamentoya Katalonyayê û tê de rastiya bajarên dagirkirî eşkere kir.
 
Şandeya jinan ku ji 30`ê mijdarê ve li herêma Baskê ye, nameya ku ji aliyê komîteya koçberan a Serêkaniyê ve hatiye şandin, pêşkêşî serokatiya parlamentoya herêma Katalonyayê kir û tê de bi belgeyan sûcên ku dewleta Tirk li Serêkaniyê ya dagirkirî pêk tîne, eşkere kirin.
 
Di nameyê de wiha hate gotin:
 
"Di destpêkê de bi navê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê ku di 9`ê tîrmeha 2021'ê de piştî li dar xistina komxebateke berfireh li bajarê Hesekê bi beşdarbûna 250 nûnerên koçberan bi hemû netewe, mezheban hat avakirin, em ji ber helwesta we ya birûmet û dîrokî di parastina doza rewa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî) û koçberên Serêkaniyê nexasim ên di kamp, navendên bicihkirinê û gundewaran ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên di 9'ê cotmeha 2019`an de pêwîstiyên herî bingehîn ên jiyanê li gel wan tune ne, dikin. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bajarê me hate dagirkirin û niştecihên wê yên resen neçarî koçberiyê bûn. Bajarê me bingeha jiyana aram û ewle bûn, ji bo hemû ol, pêkhate, mezheb û baweriyan.
 
Em spasiya parlamentoya we dikin û dixebitin da ku bi awayekî rasterast bi hev re di nava koordînasyonê de bin. Hemû hevalên me yên nivîskar, akademîsyen, parêzer, hiqûqnas ên herêmê cihê rêzdariyê ne. Me dixwest ku dengê xwe bighînin we û bi alîkariya we bigihînin raya giştî ya cîhanê, civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî li tevahî cîhanê da ku wan bi bîr bixin ku doz û projeya me, her wiha rewşa me ya paşdeketî, jiyana me ya xirab piştî koçberkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çekdar ve çêbûye.
 
Operasyon bi navê “Kaniya Aştiyê” bû lê di rastiyê de wê aştî hilweşand. Teror ji nû ve çalak kir. Mixabin ev hemû li beramberî çavên cîhanê têne kirin bêyî ku tu helwestan eşkere bike. Ev bêdengiya ku tê kirin xemgînî, bêhêvîtî û hêrsbûnê li gel me çêkir. Tevî vê yekê jî em dixwazin bi rêya hin aliyên navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin da ku vê dagirkirinê bi dawî bike û niştecihên resen bi awayekî ewle li herêmên xwe vegerin.
 
Serokatiya rêzdar,
 
Du sal di ser dagirkirin û koçberiyê re derbas bûn û hê jî kuştin, gef, tecawizkirin, guhertina demografî di astên bilind de ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çekdar ve didome ku sûc û binpêkirinên xeter li dijî gelê me li hundir û derve bêyî cudahiya di navbera jin, zarok, nexweş û kalepîran de, pêk anî.
 
Em di wê baweriyê de ku hûn ê rewşê ji nêz ve bişopînin ku herêmên me yên dagirkirî ji rewşeke aramî, demokratîk û aştî veguherîne çavkaniya terora rêxistinkirî. Ev jî li gorî raporên fermî û ji aliyên navneteweyî ve hatine belgekirin. Herî dawî jî hedefgirtina serçeyên rêxistina DAIŞ`ê Ebû Hemze El-Şihêl li gundewarên rojavayê Serêkaniyê bi rêya balafireke bê mirov a girêdayî hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê ku bi komeke çekdar re hate kuştin. Ev yek teqez dike ku herêmên bûne çavkaniya rêxistinên terorîst (DAIŞ û El-Qaîde) ku jinûve xwe bi rêxistin dike û dewleta Tirk bi awayekî eşkere destekê dide wan.
 
Li herêmên dagirkirî şaneyên van rêxistinan çalak dibin û xetereyê li ser herêmê çêdikin, her wiha dê xebat û însiyatîfên navneteweyî ku dixwazin aloziya Sûriyê di zûtirîn demê de çareser bikin, binpê bike.
 
Der barê binpêkirinên li herêmê û bi belgeyên me yên têkildarî wan, ew wekî hovane têne hesibandin û dibin tawanên şer yên dûrî pîvanên  Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û yasayên mirovî yên navneteweyî. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi berpirsiyarî û cezakirina yasayî heye di dadgehên navneteweyî de, ku tê de kuştin, îşkence, revandin, windakirina bi zorê, guhertina demografîk û desteserkirina milkên sivîlan bi zora çekan û tirsandinê, her wiha xebata ji bo avakirina fitneyê û şerên navxweyî yên li herêmê bi anîna bi deh hezaran malbatên çeteyan ji derve û hundir, ya dawî jî 60 kes ji DAIŞ’ê anîn û li herêmê bi cih kirin.
 
Girtin, darvekirina li qadan, binçavkirin, windakirin û bicihkirin:
 
* 386 kes, ji wan 48 jin û 12 zarok.
 
* Herî kêm 152 kes hatine windakirin.
 
* 232 kes hatin îşkencekirin, 3 ji wan di bin îşkenceyê de mirin.
 
* 90 girtî bo Tirkiyê hatin veguhastin.
 
* 48 girtî cezayên muebbetê li wan hate birîn.
 
* 48 sivîl hatin kuştin ku 3 jê jin in.
 
* 11 kes li qadan hatin kuştin.
 
* 2 hezar malbatên ji herêmên din ên Sûriyê li bajar di malên sivîlan de hatin bicihkirin.
 
* 55 jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê (piraniya wan iraqî) li Serêkaniyê di malên desteserkirî de hatin bicihkirin.
 
* Ji sedî 15 şêniyên Serêkaniyê piştî dagirkeriya dewleta Tirk ji ber şert û mercên dijwar ên li kampan vegeriyan malên xwe û rewşa wan niha wekî koçkirina bi darê zorê ye.
 
Desteserkirina mal û milkan:
 
* Zêdetir 5500 xanî.
 
* Zêdetirî 1200 dikanên bazirganî û pîşesazî.
 
* 55 gund ji şêniyên wê yên resen hat valakirin.
 
* Zêdetirî 150 hezar hektar zeviyên çandiniyê.
 
genim ên stratejîk li Serêkaniyê, Til Heeaf, El-Aliyê, El-Sefih, Mebrûka, El-Manajîr, Dehlîz û Sixîrat:
 
* 42,7 hezar ton genim.
 
* 2,3 hezar ton tov.
 
* 33 hezar ton ceh.
 
* 3,2 hezar ton semad.
 
* 2,6 hezar ton pembû.
 
Piştî dagirkirina bajêr bi darê zorê dest danîn ser berhemên cotkaran:
 
* Zêdetirî 6 hezar ton pembû.
 
* Zêdetirî 15 hezar ton genim.
 
* Zêdetirî 280 hezar ton sotemenî.
 
Tunebûna ewlehiyê:
 
Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî herî kêm 56 teqîn pêk hatin, ku di encamê de zêdetirî 135 sivîl hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok hene û zêdetirî 300 kes birîndar bûn.
 
Rewşa dadgehên leşkerî û sivîl li bajêr:
 
Li gorî agahî û şahidên li hundir, rewşa awarte hîna jî di bin kontrola bajêr de ye ku piraniya wan bo dadgehên Tirkiyê hatin veguhstin. Piraniya dadgeran ji Tirkiyeyê ne û li gorî belgeyan du dadgerên Tirk hene:
 
* Îmon Elî, dadgerê leşkerî yê Tirk ji Rihayê ye.
 
* Mistafa El-Ehmed, dadgerê sivîl welatiyê ji Tirkiyê ye, bi eslê xwe ji Sûriyê ye û li bajarokê Ceylanpinar ê Tirkiyê dimîne.
 
Di dawiyê de, em spasiya dikin ji bo hewildanên we û ji bo têgihaştina we ya ji doza me ya rewa. Her wiha em girîngiyê didin ezmûna we ya serkeftî ya li Spanyayê, em her gav amade ne ku bi we re û bi her kesê ku di vê dozê de piştgirîya me dike re têkilî daynin, da ku bikin mijara raya giştî û bi hemû rêyên qanûnî û demokratîk zextê li civaka navneteweyî bikin ku ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê.”x-dx)