'Herdu girtî jî bi zanebûn terkî mirinê hatin kirin'

  • 16:29 15 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser 2 girtiyên nexweş ku di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan û got, "Li benda mirinê mayîn a di bin çavdêriya dewletê de pirsgirêkek mirovî û wijdanî ye."
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş a ku di nîqaşên li ser Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2022’an de ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de tê niqaşkirin mafê axaftinê girt, der barê girtiyên nexweş Abdülrezzak Şuyur û Halîl Guneş  ên ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan de axivî. 
 
'Di rojekê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan'
 
Meral, da zanîn ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de her tim mecbûr dimînin ku nûçeyên xemgîn parve bikin û diyar kir ku di rojekê de 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Meralê got, “Şevîdin  Abdülrezzak Şuyur ê ku 29 sal in di girtîgehê de ye û 14 meh maye ku were berdan, mixabin ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî kir. Halîl Guneş ji sala 1993'an vir ve di girtîgehê de bû, salek ji berdana wî re mabû, mixabin nexweşiya pençeşêra hestî jî pê re hebû, bi salan bû dihat dermankriin û 6 mehan di karantînayê de ma. “Em vê sibehê hîn bûn ku di serjimêriyê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Meral, anî ziman ku ew gelek qala girtiyên nexweş dikin û got, “Li benda mirinê û hiştina mirinê di bin kontrol û çavdêriya dewletê de êdî nayê qebûlkirin û dijhiqûqî ye. Ev mijareke mirovî û exlaqî ye. Bi rastî em xemgîn in, em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wan re dixwazin û dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan.”