TTB'ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kirin

  • 16:04 15 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê û Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci serdana malbata Şenyaşar kirin. 
 
Serdanên piştevaniya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, berdewam dikin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê û Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, serdana malbata Şenyaşar kir. Malbatê şande bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir. 
 
Endamê Navenda Mafên Mirovan ên Baroya Amedê Bahrî Ogûz, bi lêv kir ku di çarçoveya çalakiyên 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de serdana malbatê kirin. Bahrî, diyar kir ku daxwaza edaletê ya malbatê daxwaza civakê ye û wiha got: “Têkoşîna edaletê ya malbatê mînaka herî bingehîn a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ne. Divê herkes vê têkoşîna edaletê ji xwe re mînak bigire. Ji bo ku edalet pêk were divê herkes piştgiriyê bide malbata Şenyaşar.”
 
‘Em ê bi ser bikevin’
 
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî dazanîn ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Em bi we re ne. Em her tim li cem we bûn em ê vê berdewam jî bikin. Em bi hev re edaletê dixwazin. Em ê bi ser bikevin.”
 
‘Bijîjkên endamên TTB’ê şahidê bûyerê ne’
 
Ferît Şenyaşar, bal kişand ser komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û got: “Bijîjkên endamên TTB’ê şahidê bûyerê ne. Piştî bûyerê cihê hemû bijîjkan hat guhertin. Em dixwazin bijîjk têkildarî tiştên dîtî de îfadeyan bidin. Ji bo vekirina dozê wê bibe piştgiriyeke mezin.” 
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî ji polîsên dîmen dikişandin re pirsa “Herin kesên komkujî pêk anîne bikişînin. Ev dewleteke çawa ye, ev e edalet?” pirsî. 
 
Şandeyê piştî demekê bi malbatê re nobet girt, ji wir veqetiya.