Malbatê cenazeyê Abdurezzak Şûyûr girt

  • 15:50 15 Kanûn 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Cenazeyê girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ji hêla malbatê ve hat vergirtin. Cenaze dê sibê bişînin Êlihê. 
 
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê girtî bû jiyana xwe ji dest da. Abdulrezzak ku di sala 1993'an li Mûglayê hat binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Abdulrezzak ku piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê sirgûnî Şakranê hat kirin 3 meh berê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Abdulrezzak  ku nexweşiya astimê jî hebû piştî teşxîsa pençeşêrê nehat dermankirin.
 
Malbata wî ya ku ji Stenbol û Sêrtê ji bo wergirtina cenazeyê Abdulrezzak hatîn Îzmîrê. Malbat, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê, Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUAYDER), rêxistina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Îzmîrê, cenazeyê Abdulrezzak ji Midûriyeta Goristanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vergirtin û birin Morga Balafirgehê ya Adnan Menderesê. Ji ber ku cih di balafirê de tunebû cenazê dê sibê ber bi Êlihê ve û piştre ber bi Sêrtê ve bê şandin. 
 
Cenaze wê li navçeya Erûhê ya Sêrtê wê were veşartin.