Tevî astengiyan HDP'ê daxuyaniya li ser tecrîdê da

  • 14:48 15 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - HDP’yîyên ku xwestin li dijî binpêkirnên mafan ên di girtîgehan de û têkildarê tecrîdê daxuyaniyê bidin, ji aliyê bi sedan polis,  û maşîneyên zirxî ve hate astengkirin û polîsan kêşana çapemeniyê asteng kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tecrîd, binpêkirinên mafên li girtîgehan û li ser mirina du girtiyên nexweş ên bi navê  Evdilrezak Şuur û Halîl Guneş  li Parqa Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê yên bajêr Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy, Serokê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek û gelek kesên din beşdar bûn.
 
Di dema ku Zeyad Ceylan axivî de bi hênceta ku têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axiviye axaftina wî bi dengên derxistin xwestin qut bikin û kişana çapemeniyê asteng kirin. Daxuyanî ruxmê astenga bi sedan polîsan bi axaftina Gulîstan Atasoy û Sînan Çiftyurek re berdewam kir û bi çepik, tilîlî û dirûşmên “Şehît Namirin”, “Girtiyên Siyasî Rûmeta me ne” astengkirin û tecrîd hatin şermezarkirin. 
 
‘Em siyaseta wan şermezar dikin’
 
Di daxuyaniyê de di serî de hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê Zeyad Ceylan mafê axaftinê girt. Zeyad diyar kir ku ew ji bo protestokirina bînpêkirinên mafan ên li girtîgehan, îmhakirina mafê girtiyên nexweş û tecrîdê kom bûne. Zeyad diyar kir ku ev jî yek ji siyaseta AKP – MHP’ê ye û got: “Em vê siyaseta wan şermezar dikin. Ev tecrîd li ser gelê kurd û li ser zindanan hatiye ferzkirin. Bi taybetî jî mijara girtiyên nexweş bûye mijarek kangrenî. Bi israr jî îqtidar guhê xwe ker û çavên xwe kor dike. Ev korbûna wan û îhmalkariya wan hatiye wê astê ku di nava 24 saetan de xebera mirina 2 girtiyên nexweş hate me.”
 
‘Tecrîd li dijî aşitiyê kelepçe ye’
 
Zeyad diyar kir ku ger ew bi yek destî vê qeyrana li ser gelê kurd ferz dikin dernekevin ew ê encamên xerabtir jî bibînin û wiha berdewam kir: “Ev polîtîkayên dijminatiyê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd jî dibin asteng. Bi taybetî jî bi tecrîda ku li Îmraliyê hatiye girankirin re bandorê li ser hemû civakê dikin û ew daxwaza aşitiyê kelepçe dikin. Bi vê re eşkere ye ku mirinê, qetlîam û bişaftinê li ser me kurdan ferz dikin. Lê em baş dizanin, her ku zilmê zêde bikin wê helandina wan jî bi lez bibe.”
 
Bi astengiyan re Zeyad got em partiyek siyasî ne em ê pirsgirêkên em bi îqtidarê re dijîn li vir bînin ziman û astengkirina me jî weke polîtîkayên wan ne rast in.
 
‘Em astengiyan nas nakin’
 
Gulîstan Atasoy jî astengkirina çapemeniyê şermezar kir û got: “Di girtîgehan de bi awayek bê hiqûqî tecrîd tê meşandin û em weke partiyek siyasî jî dixwazin berteka xwe ya li hember wan bidin nîşandan. Di girtîgehan de tecrîd  û li kolanan jî astengiyek mezin heye. Em çiqas werin astengkirin jî em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê bibin dengê girtiyên siyasî yên tên îşkencekirin û tecrîdkirin. Ango kes nikare bêje Garîbe Gezer întîhar kiriye. Garîbeya ku rewşa girtîgehan eşkere kir hate qetilkirin. Îro astengkirina me ne dadî ye. Em ê bi israr bibin dengê Garîbeyan û hemû girtiyên siyasî. Em astengiyên we nas nakin.”
 
Sînan Çiftyurek jî bal kişand ser astengkirina polîsan û şermezar kir.
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehît Namirin”, “Girtiyên Siyasî Rûmeta Me ne”  bi dawî bû.