Ji Meclîsa Jinan a HDK'ê kampanyaya 'Gotina jinan esas e'

  • 14:34 15 Kanûn 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDK'ê ya Îzmîrê bi dirûşma "Gotina jinan esas e" kampanyayek dan destpêkirin û gotin:"Heke gotina jinan bihata qebûlkirin ne Garîbe Gezer, ne Fatma Demîrel û ne jî xwişkên me yên din jiyana xwe ji dest nedana.”
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê bi dirûşma "Gotina jinan ji bo esas e. Divê mêr karibe gotina berevajiya gotinê îspat bike" kampanyayek da destpêkirin. Ji bo aşkerakirina kampanyayê li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê daxuyaniyek hat dayîn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Îzmîrê Newroz Çelîk daxuyanî xwend.
 
Newroz, diyar kir ji be ku jin heqîqetê tînin ziman dibin hedefa mêr û dewletê û got “Tevgera Me-Too nîşanî me da ku ji bo jinan tekane mêrê ku mirov bibe kefîl û tekane qadeke ewle tune. Rêgeza ‘Gotina jinan esas e’ ya ku yek ji destkeftiya herî girîng a têkoşîna azadiya jinan e, ji bo em jin li malê,derve, kolanê, siyaset û hiqûqê wê pêk bînin em têdikoşin.  Ev rêgez pêşiya şîddetê digire û astengiyên li pêşiya mekanîzmayên edaletê radike. Ji ber vê jî ev têkoşîn divê li her qadê hebe. Heke beyana jinan bihata qebûlkirin ne Garîbe Gezer, ne Fatma Demîrel û ne jî xwişkên me yên din jiyana xwe ji dest nedana.”
 
Newroz diyar kir ku wê bi kampanyayê re bi awayekî xurttir xwedî li rêgeza "Gotina jinan esas e" derkevin û hevgirtina bi jinan re zêdetir bikin.