Biryara nepenîtiyê danîn ser dosya Garîbe Gezer

  • 13:54 15 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Di lêpirsîna têkildarî Garîbe Gezer de ku li Girtîgeha Kandirayê bi guman jiyana xwe ji dest da, biryara nepenîtiyê hate danîn.
 
Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê bi rêk û pêk êşkence lê dihate kirin û destavêtin lê hate kirin, bi gumanbarî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Parêzeran li ÎHD a Stenbolê têkildarî dosya Garîbe Gezer daxuyaniyek dan çapemeniyê.
 
Parêzerên malbata Garîbe Gezer diyar kirin ku dozgerên lêpirsînê li Kandirayê dimeşînin biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danîne.