YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re rawestand

  • 13:46 15 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - YE'yê, biryar da ku muzakereyên endamtiya tam ên bi Tirkiyeyê re ku bi pêş ve naçin rawestîne.
 
Di Civîna Bilind a Lîderan a dawiya salê ya Yekitiya Ewropayê (YE) de biryar hat dayîn ku muzakereyên endamtiya tam ên bi Tirkiyeyê re ku bi pêş ve naçin bê rawestandin. Di biryara ku li Konseya Karên Giştî ya YE'yê  hat girtin de hat diyarkirin ku Konseya YE'yê dibîne ku her diçe Tirkiye bêtir ji YE'yê dûr dikeve.
 
Hevdîtinên emdamtiyê yên di navbera YE'yê û Tirkiyeyê de di sala 2005'an de dest pê kiribûn û di salên dawîn de ji ber qrîzên dîplomatîk û siyasî hatine asta rawestandinê.