Çalakiya Nobeta Edaletê 282 roj in didome

  • 13:12 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Ev 282 roj in "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar didome. Emîne û Ferît ji ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wiha gotin:"Em ê bi ser bikevin û ji ber Edliyeya Rihayê veqetin. Dê li dijî hiqûqa serdestan 'edaletê' bi ser bikeve!"
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin, çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê di roja 282’yemîn de berdewam kir. Malbatê ji ber ku îro bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê sê sal in girtî ye re bi telefonê axivî, dereng hatin ber edliyê û dest bi nobedê kir. 
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew bi telefonê bi birayê xwe re axivî ye û moralê wî zêde bûye û wiha got: “Birayê min got ‘heke edalet pêk were, ez ê werim berdan’. Tevî ewqas neheqiyê jî kêfa wî li cih bû. Silavê xwe ji her kesî re şand.” 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê belav kir: “Em ê bi ser bikevin û ji ber Edliyeya Rihayê veqetin. Dê li dijî hiqûqa serdestan 'edaletê' bi ser bikeve!"