Encamnameya civîna KNK'ê: Sala 2022'yan bikin sala serkeftinê

  • 12:13 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Civîna Konseya Rêveber a KNK’ê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Ev 23 sal in Birêz Ocalan di zîndanê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya Birêz Ocalan, di asta cîhanê de kampanya têne meşandin. KNK jî di van kampayayan cih digire û ji bo azadiyê di nav hewldanan de ne." 
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 11’ê kanûna 2021’ê bi beşdariya piraniya endaman civîneke rû bi rû pêk anî. Rojeva civînê jî rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê bû. Her wiha karên salekê hatin nirxandin û piştre jî rewşa rêxistinî ya KNK’ê, hilbijartina endam û dezgehên nû, amadekariyên Civata Giştî ya 21’emîn hatin nîqaşkirin. Di encamê de jî plansaziya karê dema nû hate amadekirin. Encamnameya civîna Desteya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. 
 
Di encamnameyê de gelek mijar hatibûn destgirtin û xalên ku hatin destgirtin wiha ne:
 
"Ji tîrmeha 2015’an vir ve, şerekî man û nemanê, şerekî gelek mezin li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Ev şer dem dem derbasî Rojava û dem dem jî derbasî Başûr dibe. Di bihara 2015’an de, hikumeta Tirkiyeyê pêvajoya hevdîtinan xetimand, şer rawestandin xilas kir û 24’ê tîrmehê dest bi êrişên qirkirinê kir. 24’ê tîrmehê rojeke tesadûfî nîne, roja îmzekirina Peymana Lozanê ye. Di vê rojê de êrişkirin tê wê wateyê ku Kurdistan nîne (Peymana Lozanê wê dibêje) û yên daweya Kurdistanê dikin wê bêne qirkirin.
 
Çekên kîmyewî tê bikaranîn
 
Ev şereke qirkirinê ye û şereke man û nemanê ye. Di van şeş sal û nîvan de şer û êrişên li Kurdistanê hatin meşandin li ber çavan ne. Di vî şerî de me weke gel û tevgera azadiya gelê Kurdistanê zerer dît û gelek bedelên mezin jî dan. Li gel van zerer û bedelan, li gel hemî kêm û qusûran jî, tevgera azadiya gelê Kurdistanê li her qadê de li ser piya ye, li her têkoşînê bilind dike û karên xwe dimeşîne. Di şer de demeke ku artêşa Tirk çekên kîmyewî dixebitîne. Bi taybetî şerê ku li devera Metîna, Zap û Avaşîn, rojane çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha 40 kesan zêdetîr gerîla bi van çekan şehîd ketine û gelek kes jî birîndar bûne. Li seranserê cîhanê, Kurd û dostên Kurdan li hember vê rewşê, nerazîbûnên xwe bi hemî awayî tînin ziman. Li gel hemî bang û çalakiyên gelê me jî, heta niha cîhan bê denge. Rêxistina navneteweyî ya dijê çekên kîmyewî OPCW û Neteweyên Yekbûyî û dewletên peywendîdar, xwe nebihîstî dikin. Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê birîndar û mexdûrê çekên kîmyewî ye. Birîna Helebce hê sax nebûye. Di vî warî de karekî me yê sereke jî ew e ku em li hember karanîna çekên kîmyewî herdem di nava tevgerê de bin.
 
Li Rojhilat xebatên taybet bên kirin
 
Li Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta asîmîlasyon, bê dengkirin, çewsandin, birçîkirin, êşkence û zîndanîkirin ya Dewleta Îranê, bê navber berdewame. Siyaseta Rejîma Îranê ya ku li Kurdistanê bilavkirina madeyên hişbir jî berdewam dike. Siyaseta kuştina kolberên Kurd û îdamê jî berdewame. Îran, bi hemî awayî dixwaze gelê Kurd bê nasname û bê maf bihêle. Di herêmê de weke hêzeke hegemon, destê xwe têxe di nava parçeyên din yên Kurdistanê de jî û bi hêzên din yên dagirker re jî, di nava tifaqa dijî gelê Kurd de ye.
 
Li hember siyaseta Dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinkirina gel karekî sereke ye. Her wiha divê hêzên Rojhilat, ji ezmûnên parçeyên din yên Kurdistanê, tecrûbe bigrin û di nav xwe de yekîtiyekî pêk bînin. Em ê jî weke KNK, di vî warî de hewldanên xwe zêde bikin. Her wiha ji bo teşhîrkirina siyaseta rejîma Îranê û ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî, em ê li gelek deveran rêze semîner û panelan pêk bînin.
 
Koçberiya li Başûr...
 
Her çend bi awayekî destûrî Başûrê Kurdistanê xwedî statûyek federal jî be, lê dîsa jî ev statû di bin gef û xeteriyan de ye. Hedefekî ya dijminên gelê me jî ew e ku statûya federal li başûrê Kurdistanê nemîne. Êrişên piştî referandûmê, êrişên Dewleta Tirk û Îranê, bi vê mebestê ne û divê ev rastî bê dîtin û li gorî vê rastiyê jî divê tedbîr bêne girtin. Mixabin rêveberiya Başûrê Kurdistanê, di vî warî de xwedî stratejiyeke hevbeş nîne, xemsare û li gorî vê rastiyê tevnagere.
 
Problemên Başûr zêde ne. Di aliyê azadî û demokrasiyê de, mixabin rojbiroj rewş ber bi xirabiyê ve diçe. Li aliyê din gendelî hingî diçe zêdetir dibe. Ev jî dibe sedemê ne rehetî û birçîbûnê. Gelê me yê li Başûr ji paşeroja xwe ne emîn e. Ev jî dibe sedemê koçberiyê. Bi taybetî jî ciwan koçber dibin. Koçberên li ser sînorên Belarusya û Polonya yê, mixabin piraniya wan Kurdin. Her meh dehan koçberên Kurd li ser van sînoran jiyana xwe ji dest didin, li derya ya Ege û Manş ê de dixeniqin. Dagirkerên Kurdistanê bi teybetî jî Dewleta Tirk, dixwazin Kurd koçber bibin û Kurdistan vala bibe. Ew çete û qaçaxçî bi desteka van dewletan kar dikin. Mixabin heta niha rêveberiya Başûr di vî warî de çi tedbîrên ber biçav negirtine. Ev rewş birîneke û divê di rojeva me hemiyan de be.
 
Hikûmeta Iraqê jî hevkare û zemînê ji êrişên Tirkiyê re xweş dike û bêdeng dimîne. Em ê weke KNK heta dawiyê xwedî li Şengalê û gelê Şengalê derkevin û li hember hemî dagirkeran li gel Şengaliyan cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em carek din Dewleta Tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Ji malbata Merwan Bedel re, ji bawermendên Êzidî re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
 
Em ê deskeftiyên Rojava biparêzin
 
Li gel hemî gef û êrişan jî li Rojavayê Kurdistanê, eve nêzî deh sala ye ku rêveberiyek Kurdistanî heye û statûyek fîîlî hatiye avakirin. Sêrîde ji bo gelê me yê li Rojava û jibo hemî Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan, ev heyîn ev statû bi qîmete û xwedî nirxekî giranbiha ye. Divê ev heyîn ev statû bê parastin û statûya fîîlî vegure statûyek destûrî. Ev kar û wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye.
 
Gef û êrişên li ser Rojava jî berdewamin. Dewleta Tirk hinek deverên Rojava dagirkirine û hewl dide deverên din jî dagir biki. Herweha gefên Rejîma Sûrî jî berdewamin. Rejîma Sûrî xewnên pêş 2011'an dibîni û nayê bazarê û li ser statûya kevin bi israr e. Li hember van gef û êrişan berxwedana Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî berdewame. Ev berxwedanekî serkevtî û pîroze. Herweha di qada dîplomasiyê de jî, Rêveberiya Xweser hingî diçi zêdetir tê muxatabgirtin û zêdetir tê qebûlkirin. Weke KNK, jibo parastina deskevtên Rojava û ji bo destxistina statûyek destûrî, di vî warîde em ê jî bi hemî awayî di nava xebatan û çalakiyan de bin.
 
Qedexeya li ser tevgera azadiyê 
 
Qedexeyên li ser tevgera azadiyê û lîsteya terorê bû. Weke hemî rêxistin û saziyên Kurdistanî KNK jî, ji qedexeyên li ser Tevgera Azadiya Kurdistan û lîsteya terorê zerer dibîne û mexdûr dibe. Vê demê de bi pêkêşiya dostên Gelê Kurd de bi navê Adalet Ji bo Kurdan înîsiyatîfek hatiye avakirin û dijê qedaxe û lîsteya terorê kar dike û kampanyayan dimeşîne. Ev înîsiyatîf daxwaz diki ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û qedexe bêne rakirin. Heman demê de li ser banga vê înîsiyatîfê 1000 kesên navdar yên cîhanê, banga 'Bila PKK ji Lîsteya Terorê bê Derxistin' îmze kirin û bilavkirin. KNK van kar û xebatan destek diki û vî karî weke karê xwe dibîni.
 
Tecrîdeke giran heye 
 
Weke tê zanîn ev 23 sal in Birêz Ocalan di zîndanê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya Birêz Ocalan, di asta cîhanê de kampanya têne meşandin. KNK xwe weke partnerekî van kampayayan dibîni û cihê xwe di nava van xebatan de digire. Herweha KNK, rewşa girtiyên siyasî yên Kurdistanî jî, ji nêzve dişopîne û ji bo azadiya wan hewl dide.
 
Sala 2022'yan bikin sala serkeftinê
 
Em niha sala 2021’an xilas dikin û dikevin salekî nû. Bi giştî eger em sala derbazbûyî binirxînin salekî dijwar bû. Di vê salê de me gelek windayî û bedelên mezin dan. Lê bi berxwedana xwe, me dijmin jî xetimand. Ji alê tekoşîn û berxwedanê ve, em dikarin weke salekî serkevtî navbikin. Em niha ber ber bi salekî nû ve diçin. Tehlîke hene lê derfetên serkevtînê zêdetirin. Em dixwazin sala 2022’yan bikin sala serketinên mezin. Ev derfet ji hemî deman zêdetirin. Em ê gorî vê helwest bigrin û gorî vê bixebitin."
 
Her di encamnameyê de bal kişandin ser kar û xebatan û wiha hat bi lêv kirin: "Li ser plansaziya dema pêş hate rawestandin û plansaziyeke berfireh hate çêkirin. Bi taybetî hate plankirin ku di vê dema pêşya me de, ji Emerîka heta Rusya, ji Ewropa heta Rojhilata Navîn, hemleyek dîplomasiyê bê meşandin.”