Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • 11:43 15 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê di hejmara xwe ya nû de bal kişand ser êrişa zayendî ya li wargehên tarîkatan û di nava malbatê de li zarokan tê kirin.
 
Hejmara 28'emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojan carekê tê weşandin, derket. Hejmara nû bi manşeta "Malbat, tarîkat, wargeh: Saziyên Girtî Tundiyê diafirînin" derket. Di hejmara nû de di heman demê de li ser têgehên malbat, zarok û mulkiyetê jî hat sekinandin. 
 
Di hejmara nû de Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi munasebeta Hefteya Mafê Mirovan binpêkirina mafên li girtîgehan ên di şexsê Garibe Gezer a li girtîgehê jiyana xwe ji dest dade, pêk hatin, nirxand. Nivîskara femînîst Ayşe Duzkan jî jinên ber bi întiharê ve hatine kişandin kir mijara xwe. 
 
Mijarên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:
 
Saziyên Girtî Tundiyê diafirînin/Gotubêja bi Ezgi Koman a ji Komeleya Zarokan a Gundemê hat kirin-Hicran Urun
 
Lêpirsîna malbatê ya wekî proto-devletçîkê / Zeynep Altinkaynak
 
"Demildest pêdivî bi polîtîkaya zarokan a totalîter heye"/Gotubêja bi Sevinç Koçak a ji Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD'ê-Dilan Babat
 
Bavê min tecawizî min kir, kurtajê jiyana min rizgar kir/Michele Goodwin - werger
 
Notê me yê ji bo îktidarê tune ye gotina me heye: Em ê te bi neheqiyên te bişînin! / Ayşe Acar Başaran
 
Întihara wekî cînayet, şermezarkirin û otenazî / Ayşe Duzkan
 
Goştê wî/wê ji te re hestiyê wî/wê ji min re / Nebile Irmak Çetin
 
Sekna li gel hemşîreyan projeyeke femînîst e / Silvia Federici - Werger
 
Cixare, vîskî û xizanî: Microhabitat / Meltem Înci