Kurdistan Manak: Biryara Konseya Ewropayê îtîrafa tecrîdê ye

  • 09:04 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Gulan Avrêl - Mizgîn Marînos
 
MEXMÛR - Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Kurdistan Manak, bal kişand ser biryara Konseya Ewropayê û got: "Her çiqasî tenê bi devkî be jî Konseya Awropayê bi xwe rastiya îşkence û kiryarên dermirovî yên li Îmraliyê îtiraf kiriye ev tişt jî girîng e." 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di nava hefteyê de 2 caran serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22'yê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'yê cotmehê de ji bo 6 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Parêzerên Buroya Asrinê hefteya borî bi sazî û dezgehên sivîl re derbarê tecrîdê de hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha malbatên girtiyên Îmraliyê jî li Meclîsê daxuyanî dan û bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û bal kişandin ser tecrîda girankirî. 
 
Ligel hewldanên li Tirkiyeyê li başûr û rojavayê Kurdistanê û Ewropayê jî gelek çalakî tên li darxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi çalakî û bernameyên cuda tecrîda li Îmrahiyê tê şermezarkirin. Derbarê tecrîdê, bandora tecrîdê û têkoşîna li dijî tecrîdê de endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Kurdistan Manak ji ajansa me re axivî. 
 
‘Paradîgmaya azadiyê nehişt ku desthilatdar bighijin armanca' 
 
Kurdistan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser planên dewletên ku destê wan di komploya navnetewî de heye û got: "Hêzên ku xwestin Rêber Apo dîl bigirin di destpêkê de plankirin ku ew fikir û remanên ku rêbertî bi kesayeta kurd re daye afirandin, kurd xistine ferqê ku ew jî netewek in û pêwîste bibin xwedî statuyek, wê pêşî lê bigirin. Îdeolojiya rêbertî li dijî avakirina projeyên li ser Rojhilta Navîn bi hişmendiya pergala serdest e. Sîstema sermayedar ku jiyana ekolojî û civakî têk dibe xwestin bi vê hişmendiyê cîhanê qels bikin. Rêber Apo li dijî van projeyan paradîgmaya civaka azad, parastina ekolojîk û azadîxwaziya jin derxist holê. Ji bo wê dîlgirtina Rêber Apo tolgirtinek e. Çima tolvekirinek e? Ji ber ku ew hişmendiya paradîgmaya azadiyê nehişt ku desthilatdar bigihin armanca xwe."
 
'Kurd ji bo azadî û statuyê têdikoşin'
 
Kurdistan, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa niha a Gelê Kurd û wiha axivî: "Ew kurdê ku ne di ferqa kurdbûyîna xwe de bû, anîbûn astekî ber bi helandinê ve ku ji kurdbûna xwe şerm bikin. Ew kurdên ku bi salan beton li ser hatî rijandin, rêbertî ji nûve koka wan şîn kir û niha kurd ji bo statû û azadiya xwe têdikoşin. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên wekî helandin, asîmle kirin û tunekirin anî astekî lê ji ber felsefeya Rêber Apo plan û projeyên wan nîvco man û têk çûn. Ji ber vê sedemê jî niha bi girankirina tecrîdê de û êrişên li hemberî Kurdistanê hemû pîvanên mirvatiyê binpê dike û dixwaze ji kurdan tolê hilde. Her wiha dema dinêrin nêzî 250 sal in kurd bi serhildanên xwe li dijî faşîzmê li ber xwe dane. Gelê Kurd her tim li dijî peymana Lozanê ku Kurdistan dabeşî parçeyan kir di nava têkoşînê de bûn."
 
‘Jin û azadiya civakê bi hev re girêdayî ye'
 
Endama Komîteya Perwerdê Kurdistan, di axaftina xwe de wiha behsa têkoşîna jinan ya bi rêxistinî kir: "Heke îro jinên kurd bi azadî fikr û ramanê xwe tîne ziman, dibêjin em hene, em di nav sazî û rêxistinan de cih digirin û ji bo azadiya civak û zayendê têdikoşîn bi saya Rêber Apo çêbûye. Ne tenê jinên kurd gelek jinên cîhanê sûdê ji paradîgmaya Rêber Apo girtiye. Jin û azadiya civakê bi hev re girêdayî ye. Heya ku di civakê de jin azad nebe, em nikarin bêjin ew civak jî dê azad dibe. Divê jin her tim cudakariya xwe ya di nav civakê diyar bike û pêşengtiya civakê bike." 
 
‘Hemû qadan veguherînin qadên têkoşînê' 
 
Kurdistan Manak, da zanîn ku li dijî tecrîdê divê her kes têbikoşe û got: "Divê em di her qadên jiyanê de ji bo rakirina tecrîdê di nav têkoşînê de bin. Di her çalakiyên xwe de divê em danasîna paradîgmaya rêberê xwe bikin. Her wiha çalakiyên ku di qada hiqûqê de tên kirin girîng in û divê em çalakiyên bi vî rengî zêde bikin. Her çiqasî tenê bi devkî be jî Konseya Awropayê bi xwe rastiya îşkence û kiryarên dermirovî yên li Îmraliyê aniye ziman û îtiraf kiriye jî girîng e. Lê divê em hemû qadên ku lê dijîn vegerînin qadên têkoşînê. Beriya her tiştî jî divê em yekitiya xwe pêk bînin û ji bo azadiya Kurdistanê plansaziyekî di asta giştî de danîn holê û li gorî wê tevbigerin." 
 
Kurdistan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em çi qasî serê xwe li hemberî çewisandin û êrişan bitewînin em ê ew qas bi êrişan re rûbirû bin. Li dijî vê yekê divê Gelê Kurd ji bo azadiya xwe û ji bo statuyê çi ji destê wê tê bike."