Li dijî mêr, polîs û darazê têkoşîn

  • 09:01 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jina bi navê  A. mêrê ku xwest dest jê berde tecawizî wê kir û şîdet lê kir. A. ku tevî delîlên dan dadgehê gumanbar nehat girtin û wiha got: “Ya ji destê min hat, min kir, yê din jî girêdayê edeleta pêk nayê ye.”
 
 Li Îzmîrê jina bi navê A. mêrê ku xwest dest jê berde tecawizî wê kir û şîdet lê hat kirin. Tevî cezayê durxistin û kelepçeyê ku li gûmanbar hat birîn jî A. dîsa ji aliyê wî ve hat tehdîtkirin A. têkoşîna li dijî polîs, daraz û mêr meşand vegot.
 
Tecawiz şîdet û tehdîd
 
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê di 27’ê Tîrmeha 2020’î de A. ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde ve tecawizî wê hat kirin û tundî lê hat kirin. A. ya  hewl da întîxar bike, ji aliyê gûmanbar  ve hat astengkirin û îşkence lê hat kirin. A. got beriya wê jî şîdet dîtbû û di encama lêborîna gumanbar de gilî nekiribû. A. her wiha daxuyand ku gumanbar wêne û dîmenên aydê wê desteser kirine û gotiye ku wê ji malbat û hevalên wê re bişîne û li ser vê pere û zêr jê girtiye.
 
Qerekolê girtek negirt, nexweşanê rapor neda
 
A.destnîşan kir ku gumanbar hatiye cihê karê wê û li wir bûyer derxistiye û ji ber vê der barê wî de biryara durxistinê hatiye durxistin lê tevî vê biryarê gumanbar tecawizê wê kiriye şîdet lê kiriye û bi KADES’ê gazî polîs kiriye. A. tiştên jiya wiha vegot: “Polîs hat malê, ez di rewşa ku şîdet li min hatibû kirin de dîtim. Gotin ‘tu gilî dikî an na?’. Ez birim Qereqola Basin Sîtesî. Min biryara durxistinê da wan. Çend saetan li wir mam. Ji ber şîdet li min kiribû, hişê min tevli hev bû. Polîs beyî rapora derbê bide girtin ez şandim malê. Hevala min hat malê. Min dît, em dîsa çûn qerekolê. Min gilî kir. Polîs got ‘em digirin tu dibêjî çi’. Em ji bo rapora derb û rapora tecawizê bigirn çûn Nexweşxana lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk. Lê ji ber qerekolê girtek negirt, lêpirsîn nehat kirin.”
 
A. daxuyakirin ku der barê tecawizê de qeyda deng heye û tevî vê gumanbar serbest e û wiha pê de çû: “Dozger lêpirsîna resen vekir. Tenê îfadeya polîsên Qerekola Basin Sîtesî hatiye girtin, lê îfadeya polîsên jin nehatiye girtin. Lêpirsînek baş û zelal nehatiye kirin.”
 
Tevî birayara durxistinê tecawiz kir lê nehat girtin
 
A. di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanê rewşê da û wiha dawî lê anî: “Tevî biryara durxistinê gumanbar tecawiz û şîdet kir. Ez saleke ji Navenda Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONÎM) piştgiriya psîkolojîk digirim. Der barê wê şevê de hina tiştên ku  nayên bîra min hene. Gumanbar du caran tecawiz kir. Delîlên min hene lê hîna jî serbeste. Di vir de dewlet min dikuje. Bi mehan ez neketim mala xwe. Min kêr negirt destê xwe. Dema diketim malê min li pey xwe mêze dikir. Min xwe davêt malê, min got ez îro jî nemirime. Pêvajoya dozê de ez li ser Twîtterê tehdîd kirim. Min ji ŞONÎM û Midûriyeta Emniyeta Karabaglar re ragîhand. Kelepça elektronîk lêxist.”
 
A. dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Tirkiye welatekî serdest ya mêre û got: “Tiştên ji destê min hat min kir, ji vir şûnde girêdayê edeleta bêdad e.”