ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 15 Kanûn 2021
  • Rojev
 
* Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Kurdistan Manak, bal kişand ser biryara Konseya Ewropayê û got: "Her çiqasî tenê bi devkî be jî Konseya Awropayê bi xwe rastiya îşkence û kiryarên dermirovî yên li Îmraliyê îtiraf kiriye ev tişt jî girîng e." BI DÎMEN
 
*Newroz Uysal diyar kir ku dewlet bi zanebûn dixwaze ser dosyeyên Cizîrê bigire û got: "Dewlet hewl dide ku mirina komî ango komkujiya li Cizîrê pêk hatî veşêre. Em li dijî biryarên dadgehê derdikevin û serlêdanên nû dikin lê belê carek din serlêdanên me tên redkirin. Lê divê bê zanîn ku hewldanên me yên hiqûqê dê bidomin." BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser zextên li ser jin û kurdan û got: “Yên daxwazên Gelê Kurd muxatab negirin nikarin bi ser kevin. Civak guherînek radîkal û demildest têkçûna AKP-MHP’ê dixwaze.” BI DÎMEN
 
*Malbatên tevlî Nobedeta Edeletê ya ku xizmên girtiyan dabûn destpêkirin bûn diyar kirin ku çiqas qelebalix bibe wê evqas deng bê bihistin û banga xwedîderketinê li çalakiyê kirin. BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê  A. mêrê ku xwest dest jê berde tecawizî wê kir û şîdet lê kir. A. ku tevî delîlên dan dadgehê gumanbar nehat girtin û wiha got: “Ya ji destê min hat, min kir, yê din jî girêdayê edeleta pêk nayê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Wê HDP ê têkîldarî tecrîdê li parka Koşuyolê ya Amedê daxuyaniyek lidar bixe.(12:00)