Girtiyê nexweşiya wî giran Abdulrezzak Şûyûr jiyana xwe ji dest da

  • 08:40 15 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê dihat girtin ji ber ku nehiştin derman bibe jiyana xwe ji dest da.
 
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê girtî bû jiyana xwe ji dest da. Abdulrezzak ku di sala 1993'an li Mûglayê hat binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin û cezayê muebbetê lê hat birîn.
 
Abdulrezzak ku piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê sirgûnî Şakranê hat kirin 3 meh berê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Abdulrezzak  ku nexweşiya astimê jî hebû piştî teşxîsa pençeşêrê nehat dermankirin.
 
Herî dawî 2 hefte berê Abdulrezzak bi kurê xwe re hevdîtin kir, ji wê rojê û vir ve agahî jê nehate girtin.
 
Birayê wî Mûhsîn Şûyûr îro ji bo dîtina wî ku ev 2 hefte bûn nedihate hevdîtina telefonî, çû girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê bêyî ku hincet nîşan bide diyar kir ku ew destûr nadin ku bi wî re hevdîtinê bikin.
 
Rêveberiya girtîgehê ku saetek piştî derketina birayê wî ji girtîgehê telefonî malbata wî kir, anî ziman ku Abdulrezzak jiyana xwe ji dest daye. Daxwaza Abdulrezzak ya sala bihorî ku ji bo girtîmayina wî îtîraz hatibû kirin nehat qebûlkirin. 14 meh mabûn ku Abdulrezzak ji girtîgehê derkeve.
 
Li gor agahiyên ku ji birayê wî Yûnûs Şûyûr hatin girtin mehek berê ji bo tedawiya wî li derve dewam bike daxwazname hat dayîn. Ji bo serlêdana ku li girtîgehê nayê dermankirin jî bersiv nehat dayîn. Birayê Abdulrezzak anî ziman ku beriya mehekê bi wî re têkilî danîbû û wiha got: "Em dipirsin di nava mehekê de çawa ketiye vê rewşê. Em nizanin emeliyat kirine yan na. Ev 2 hefte ne agahî jê nayên. Nedihate hevdîtina telefonî ya heftane, gelo beriya wê demê jiyana xwe ji dest dabû? Çi bû ku jiyana xwe ji dest da? Di derbarê mirina wî de nakokî heye. Lê em nizanin rewş çawa ye.”
 
Malbata wî ya ku ji Stenbol û Sêrtê bi rê ket ji bo wergirtina cenazeyê Abdulrezzak çûn Îzmîrê.
 
Cenazeyê wî piştî kar û barên hiqûqî wê li navçeya Erûhê ya Sêrtê wê were veşartin.