ÎHD: 605 girtiyên nexweş hene

  • 16:29 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan, ÎHD li gelek bajaran daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîdê gotin: "Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran û malbatan tim têne redkirin. Pêşniyarên CPT'yê û rêgezên Mandela tine têne hesibandin."
 
Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Edene, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Wan, Antalya, Mêrdîn, Riha, Semsûr û Hetayê ji bo Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê dan, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş.
 
Di daxuyaniyan de yên çalakiyên ÎHD'ê de rewşa Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin: ''Daxwazên hevdîtinê yên parêzeran û malbatan tim têne redkirin. Pêşniyarên CPT'yê û rêgezên Mandela tine têne hesibandin. Li girtîgehên din jî li ser girtiyan bi rengên cuda tecrîd tê danîn, girtî bi rengekî kêfî di hicreyên yek kesî de têne girtin, qedexe digikin ku girtî bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin û hev bibînin.''
 
Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên nexweş hate destnîşankirin hate gotinn li girtîgehan 604 girtiyên bi nexweşiyên giran tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û wiha hat bi lêv kirin: "'Girtiyên nexweş li girtîgehan ji derfetên tedawîbûnê têne mehrûmkirin, serlêdanên ji bo ku tedawiya wan li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê bêne kirin, piranî nayên qebûlkirin.''
 
Bi berdewamî her wiha hate diyakirin raporên Saziya Tiba Edlî (STE) yek alî û dûrî zanistê ne, dema girtinê ya girtiyên nexweş zêde dikin û nexweşî li wan girantir dibe.
 
Di daxuyaniyan de hate xwestin rejîma înfazê ya ku li ser tecrîdê hatiye avakirin mirov nikare bi hêviya kesên ku bi cih tînin ve bihêle, divê demildest were rakirin û li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ev tişt hat ziman: ''Hiqûqa taybet û tecrîda girankirî ya ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî tê bicihanîn were rakirin, divê mafên wan ên hevdîtina bi malbat û parêzeran re were naskirin û mafên wan ên yasayî bêne naskirin.''