Di 'Nobeta Edaletê' de ji bo Aysel Tugluk bang hat kirin

  • 16:26 14 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Di 'Nobeta Edaletê' ku ji aliyê xizmên giretiyan ve hat destpêkirin de banga bila Aysel Tulgluk demildest serbest bê berdan hat kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Avahiya Baroya Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin û nehatin berdan dest pê kir, di roja 29;'emîn de berdewam dike. Xizmên girtiyên nexweş Încî Guler Altindag, Hasîne Guler, Reşayet Ada, Herdem Mervanî, Nazîme Boltan û Mehmet Saît Demîr beşdarî nobeda îro bûn.
 
Nobet ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Erganî ya Amedê, hevserok û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ve hat kirin.
 
'Em ê bi malbatan re bin'
 
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Erganî Zulkuf Bîrgul, diyar kir ku di pêvajoya ku Tirkiye tê de ye de gel nikarin debara xwe bikin û diyar kir ku ev rewş ji ber tecrîda hatiye girankirin pêk hatiye. Zulkuf wiha got, "Ji bo desthilatdariya xwe bi rê ve bibin serî li her rêyê didin. Yekane rêya ji holêrakirina vê zilm û zordariyê têkoşîna bi rêxistinî ye. Em ê jî di vî warî de erka xwe bi cih bînin. Em ê li ber xwe bidin.  Em ê li gel Malbatên ku ji bo edaletê tevdigerin bin."
 
Reşayet Ada da zanîn ku ew 29 roj in di çalakiya Nobeta Edaletê de ne û got, "Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li girtîgehan muameleya xerab a li ser girtiyan didome. Divê hemû xizmên girtiyan bên cem me."
 
'Divê her kes piştgiriyê bide berxwedanê'
 
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Devîren jî diyar kir ku ew bi berxwedana dayikan serbilind in û diyar kir ku tecrîda li ser girtiyên li girtîgehan didome. Mehmet got, “Eger dayikên me li vir nobetê bigirin, em ê piştgiriya xwe ya ji bo wan a herî mezin bidomînin. Dema em li dîrokê dinêrin zexta herî mezin li ser girtiyên kurd tê kirin. Lê belê têkoşîna herî mezin kurd didin. Em careke din dibêjin ger hûn ewqas zextê li kurdan bikin, wê ketina we jî zûtir be. Daxwaza herî mezin a dayikên me aştî ye û ji bo bicihanîna vê daxwazê ??em amade ne her tiştî bikin.”
 
'Bila Aysel Tûglûk bê berdan'
 
Ji xizma girtiyan Herdem Mervanî jî ji ber serdanên nivîskarên Kurd ji bo çalakiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku roj bi roj pirsgirêkên girtiyan zêde dibin. Mervan diyar kir ku divê her beş vê berxwedanê hembêz bike û got, "Çima rewşa Aysel Tûglûk nayê tehliyekirin? Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan."