Dê jin sersala nû bi projeyên nû pêşwazî bikin

  • 14:27 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn Hemrîn Elî civîna jinê ya salane ya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê nirxand. Hemrînê got ew ê sersala nû bi projeyên nû pêşwazî bikin. 
 
Têkildarî biryarên civîna salane ya jinan a Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn got "Biryarên me yên sala 2022'yan têkildarî pêşxistina aboriya jinan di nava saziyan de, zêdekirina perwerdeyên akademîk û destpêkirina hemleyên der barê madeyên hişbir û fihûşê de ne."
 
Duh Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê civîna salane ya jinan bi amadebûna nêzî 250 endaman li Qamişloyê li dar xist. Di civînê de mijarên rêxistinî, kar û xebatên salê û plansaziya sala 2022'yan hatin nîqaşkirin.
 
Têkildarî mijarê cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî got civîn bi nîqaşeke baş derbas bû û da zanîn ku di sala 2021'ê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin roleke bi bandor di nava civaka xwe de lîst.
 
Hemrîn Elî bal kişans ser asayişa jinan jî û wiha got:"Asayîşa Jinan li hemberî hemû diyardeyên neaxlaqî bû bersiv. Di pêngavên ewlehiyê yên li kampa Holê de cih girt ku ew pêngav li hemberî teroreke mîna DAIŞ'ê bû û rojane ji bo ewlehiya kampê kar û xebatê dike."
 
Hemrînê diyar kir ku Asayîşa Jinan cihê xwe di nava hemleya paqijkirina taxa Teyî ya li Qamişloyê de jî girt û di heman salê de hemleyeke berfireh ji bo rêgirtina li ber fihûşê pêk anî.
 
Hemrîn girîngiya pêşxistina aboriya jinê jî anî ziman û wiha got:"Di sala borî de di pêşxistina projeyên aboriya jinan a taybet bi beşên Desteya Hundirîn de lawazî hebû, projeyên jinan tune bûn, ev yek cihê kêmasiyê bû. Biryareke ku me ji bo sala 2022'yan daye, pêşxistina aboriya jinan e."
 
Têkildarî plansaziya sala 2022'yan, cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî da zanîn ku wan 26 biryar dane û wiha vegot: "Ji wan biryaran ev hene; pêşxistina asta perwerdeya akademîk û destpêkirina hemleyên belavkirina zanînên der barê fihûş û madeyên hişbir de."