Zarokê li Şirnexê wesayitê lê da jiyana xwe ji dest da

  • 14:24 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Cudî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, zarokê bi navê Mazlum Akgûn (11) dema ku li kolanê dilîst wesayîtek lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Mazlum ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû hewledanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mazlum  ji nexweşxaneyê hat wergirtin û li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.