Kesên di qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 12:40 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi minasebeta salvegera qedexeya derketina kolanan a Cizîrê ya 2015'an kesên ku jiyana xwe ji dest dan li Cizîrê hatin bîranîn.
 
Di ser qedexeya li navçeya Cizîra Şirnexê re ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat ragihandin re 6 sal debas bûn. Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, bi minesebeta salvegera qedexeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, aktîvîstên TJA’yê, , MEBYA-DER a Şirnexê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniya bîranînê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Qedexeya 14’ê Kanûnê em ji bîr nakin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hat xwendin.
 
‘Qirkirineke mezin a mirovî û civakî pêk hat’
 
Zîlanê diyar kir ku di salên 2015 û 2016’an de di serdema dorpêçkirina bajaran de bêhiqûqî, binpêkirina mafên mirovan û hovîtiya li ser vê xakê di dîrokê de cihê xwe girtiye û wiha got: “Yekem qedexeya ku di 16’ê Tebaxa 2015’an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hat destpêkirin , di 14’ê Kanûna 2015’an de bi dorpêçkirina Cizîrê re gihişt astek cuda û wiha got: “Piştî van êrîşên pêkanînên faşîst ên êrîşkar li navçeyên Silopî, Hezex, Dêrîk, Nisebîn, Gever, Gimgim, Farqîn û Sûrê jî di navê de li 11 navend û 49 navçeyan qirkirineke mezin a mirovî û civakî pêk hat.”
 
‘Cizîrê zirarek mezin dît’
 
Zîlanê, diyar kir ku li gorî lêkolînên rêxistinên mafên mirovan di serdema qedexeya bajaran de di navbera 1 mîlyon û 500 hezar û 1 mîlyon 800 hezar mirov de ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar mane û wiha domand: “Dîsa li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan  û a Mafên Mirvan a Neteweyên Yekbûyî ya ku di 10’ê Adara 2017’an de hat aşkerekirin, ‘di operasyonên 18 mehan de nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane’.. Cizîr jî yek ji bajarên ku di van dorpêçan de herî zêde ji hemû aliyan ve zirar dîtiye ye. Li Cizîrê di qedexeya ku 3 mehan dom kir de jin, zarok û ciwan jî di navê de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran mal zirar dîtin. Bi hezaran mirov neçar man koç bikin.”
 
‘Bila sûcdar hesabê bidin’
 
Zîlanê, di dirêjiya axaftina xwe de got di çarçoveya “plana hilweşandinê” de di 14’ê Kanûna 2015’an de qedex hat destpêkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Li Cizîrê sûcê mirovahiyê hat kirin. Li dijî hemû hewldanên darizandina sûcdarên ku di qedexeyê de bûn sedema mirina bi sedan kesî, hem li dadgehên heremî û hem jî li yên navneteweyî, heta niha bê encam mane. Hemû serlêdanên hiqûqî yên ku hatin kirin, ji aliyê daraza ku di bin kontrola hikûmeta AKP’ê de ye bi biryarên bêşopandinê bi encam bûn.  Hemû sûcên di pêvajoya qedexeyê de hatin kirin ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin rewakirin. Em carakedin dibêjin; Gelê Kurd li dijî hemû êrîşan tu carî serî netewand. Ji vê şûnde jî dê tu carî serî netewînE. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê, bila sûcdar hesab bidin.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehît Namirin” bi dawî bû.