Nobeta li Deriyê Sêmalkayê di roja 71'ê de didome

  • 11:52 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin di roja 71'ê de dewam dike. 
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyeyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 108 roj in cenaze nadin malbatên wan. 
 
Nobeta li Deriyê Sêmalkayê di roja 71'ê de didome
 
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'yiyan li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon vedan û dest bi nobetê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya nobetê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 71'ê de dewam dike. 
 
Piştgiriya ji bo nobetê
 
Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobetê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalkaye hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobetê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.