Ji bo PKK'ê 4 milyon îmze tê hedefkirin

  • 11:03 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi kampanyaya ji bo PKK ji lîsteya "rêxistina terorê" bê derxistin ji aliyê 1003 kesan ve hatibû destpêkirin 4 milyon îmze tê hedefkirin.
 
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Emerîqa û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin.
 
Kampanya wê li qada navneteweyî bê meşandin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, wê ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîne binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Di nav van kesan de gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.
 
Armanc komkirina 4 milyon îmzeyan e
 
Her kes dikare tevlî kampanyayê bibe. Kampanya li ser malpera înternetê (https://justiceforkurds.info) bi gelek zimanî hate destpêkirin. Kampanya wê li Ewropa, Emerîqa, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin. Armanc komkirina 4 milyon îmzeyan e. Îmzeyên bên komkirin wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li Emerîqayê bêne kirin. Her wiha ev îmze wê ji bo parlamenteran jî bibin referans û bi vî rengî mijar bikeve rojeva parlamentên neteweyî yan jî federal.