Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin

  • 10:55 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, yek jê zarok 3 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, bi angaşta ku "teqemeniya bi destan" bi binê wesayîta polisekî ve kirine yek jê zarok derbarê 4 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 9'ê kanûnê de polisan Ş.A., (22), A.A. (17) û A.D. (24) hatibûn binçavkirin û sewqî Miduriyeta Polisan a Mêrdînê hatibûn kirin. Piştî ku li miduriyeta polisan îfadeyên wan hatin girtin her sê kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê hatin kirin. Li dadgehê 2 jê hatin girtin û A.D. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de S.D. jî  hatiye binçavkirin û girtin. 
 
Hat diyarkirin ku di bin çavan de tundî li wan hatiye kirin