Garîbe Gezer: Em ji derve û di girtîgehan de bi rehetî tên qetilkirin

  • 09:09 14 Kanûn 2021
  • Rojane
Medya Uren-Derya Ren
 
MÊRDÎN - Garîbe Gezer di rojnivîska ku ji bo birayê xwe Bîlal Gezer ê di çalekiyên serhildana Kobanê de hatibû qetilkirin nivîsandiye de cih daye van gotinan: Em di hundirê girtîgehan de û ji derve bi hêsanî tên qetilkirin. Dema em tên qetilkirin jî sûcdar dîsa dibin em…"
 
Garîbe Gezer a di girtîgeha Kandraya Koceliyê de dima di 9’ê Kanûnê de di hucreya ku tê de dima de jiyana xwe ji dest da. Garîbe a tecawiz û îşkenceya gardiyanan a ku li wê kiribûn îfşa kiribû piştî wê demeke kurt bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Her çiqasî ku jê re hate gotin întîhar jî malbata wê û derdor ji ber encamên raporê jî diyar kirin ku ew hatiye qetilkirin.
 
Ajansa me xwe gihand rojnivîskên Garîbeyê yên ku ji bo birayê xwe Bîlal Gezer ê ku di pêvajoya çalakiyên Kobanê ên ku li Bakurê Kurdistanê  hatibû qetilkirin nivîsandiye.
 
Hinek hevokên rojnivîskê bi vî rengî ne:
 
"Merheba bira,
 
 Kenekî te yê ewqas xweşik hebû ku te di wê demê de min dida rawestandin. Min tim dixwest li wir rawestim û dernekevim ji wê demê.
 
Jinên di girtîgehê de ne, gelekî xweşik in. Nizanim çima gelek mirov dixwazin van xweşikiyan qetil bikin…(2017)
 
Bila gelê kurd zilmê nekişînin. Bila kes neye êşandin û bila tu êş weke êşa kurdan giran nebe êdî. Bila hemû civakên ku li ser rûyê dinê tên bişaftin û tunekirin azad bibin. Bila aştiyek çêbibe. Bila PKK bibe ramana me ya jiyanê…(24.03.2017 - Girtîgeha Şakranê)
 
Ez bêtebat im ku mizgîniya azadiya me ji te re ragihînim. Wê sala 2018'an bibe sala azadiya me. Mizgîniya azadiya me: ‘Şer qediya, me qezenç kir’ (01.01.2018)
 
Min nas bikin! Ez hesreta xwezayê, hesreta çiyan, ez hesreta çanda te ya ku ji ber evîna Kurdistanê dişewite me… Ez xwişka Şehît Bîlal im.
 
Min gotibû ez dîwara hês dikim. Ev hest naşibe hestên din. Weke ku dîwar rabûne û mîna deriyan vebûne. Ez gerdûnê û her tiştê di cîhanê de ye dibînim. Ez xweşikahiyên di xwezayê de hês dikim. Berê min ewqas tişt hês nedikir. Niha ez hem dibînim û hês dikim… (05.12.2019 – Girtîgeha Tarsusê)
 
Ez ji axa ku li ser mezin bûme, ji bajar û kolanên lê mezin bûme ditirsim êdî. Lewra min li hemberî vê pergalê serî hilda. Dema yekê xwest min sînordar bike ez li dijî wê ketim nava tevgerê. (08.12.2019 -Girtîgeha Tarsusê)
 
Di demên dawî de hêrsek mezin di dilê min de heye. Ez li dijî bêmafiyên di rojname, televizyon û pirtûkan de dixwînim û dibînim bi hêrs im. Rojhilata Navîn vegeriyaye navenda şer. Ne jê tê derketin ne jî tê çareserkirin. Şerê li Rojava 8 - 9 meh in berdewam dike. Selocan û parlamenterên me yên ku rewşa Tirkiyeyê dipirsin di girtîgehan de ne. Qenal û rojname qala HDP’ê nakin. Di hundir û ji derve em ewqas hêsan tên qetilkirin, dema em tên qetilkirin jî sûcdar dîsa dibe em… ( 04.01.2020 - Girtîgeha Tersûsê)
 
Xwedê ji pêxemberên we hemûyan re gotiya tenê bixwîne. Lê Xwedawend ji me jinan re gotiye tenê binivîsin. Lê rexmê vê dîroka ku jina Xwedawend nivîsandiye wenda ye… Çima? (Girtîgeha Tersûsê)
 
Ne ku em ji mirinê ditirsin, mijar cureya mirina ji aliyê hişmendiya baviksalariyê ve ye. Tirsa me ji vê ye. Lê em li hemberî tirsê serî radikin û serî hildidin. Pexşana Sosyalîzmê wê bi pêşengtiya jinê re pêk were. (2020 - Girtîgeha Tersûsê)