Şahidên qedexeya Cizîrê: Ev komkujî li ber çavên hemû cîhanê hat kirin

  • 09:03 14 Kanûn 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Malbatên li Cizîrê yên ku hêm bûn şahidê berxwedanê û hem jî bûn şahidê wahşetê, bêkesiya xwe ya li cîhanê di 6'emîn salvegerê de carek din anîn ziman û gotin: "Ev komkujî li ber çavê cîhanê hat jiyîn. Lê belê li hemberî wahşetê ker û lal bûn. Birîn wekî duh hêj zîndiye, lê 600 sal jî derbas bibe jî em destûrê nadin ku zarok û neviyên me wan rojan jibîrbikin.” 
 
Di 14'ê kanûna 2015’an de navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hatibû dorbeçkirin û piştî ragihandina qedexekirina derve ya ji aliyê Walitiya Şirnexê ve êriş hatibûn destpêkirin. Li navçeyê êriş 79 rojan berdewam kiribû. Di 2'yê adara 2016'an de li navçeyê qedexe hatibû rakirin. Di encama êrişan de nêzî 300 welatî hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bibûn. Di nav kesên ku  jiyana xwe ji dest dabûn pitik, zarok û kal jî hebûn. Bi ser qedexeyên derketina derve yên Cizîrê re 6 sal derbas bûn jî lê belê hîn jî wehşeta li jêrzeminan nehatiye jibîrkirin. Esmer Tunç û Heznî Arslan şahidiya wan rojan kiribûn ji ajansa me re axivîn. 
 
'Birîna me wekî duh hîn zindî ne'
 
Ji kesê ku di jêrzemînin Cizîrê de bi awayek hovane hatibûn qetilkirin yek jê bi gotinên “Me serî netewan, bi me serbilind bin” di hişê mirovan de cih girtiye Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç bûn. Dayika wan Esmer Tûnç derbarê qedexeyê de axivî. Esmer, anî ziman ku 6 sal derbas bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 6 sal derbas bûn jî kujer hêj nediyar in. Lê birîna dilê min wekî duh hîn zindî û bi êş in. Ji ber kujerên me nediyarin û dilême dişewite. Ev 6 sal in êşa me bi me re ye. Beriya ku em bimirin em dixwazin kujerên me bên dîtin û cezakirin."
 
'Bi tang û topan êrîşê li me kirin'
 
Esmer, destnîşan kir Cizîra Botan navê berxwedan û Kurdistanê ye got: "Dijmin bi zanebûn Cizîrê hedef girt. Berê jî bi ser malên me de digirtin. Xizmên me dihatin binçavkirin û girtin, gelek xizmên me jî hatin windakirin. Lê 6 sal beriya niha carek din bi tang û topên xwe êrişê li me kirin. Welatiyên li Cizîrê tenê xwestin xwe ji wan êrişan biparêzin. Lê belê dewleta dagirker bi hemû hêza xwe ya bi tank û topan êrîşê Cizîrê kir. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Dayikên heftê salî û jinên ducanî hatin kuştin. Heta sewalan jî kuştin. Em 23 rojan di xaniyên xwe de man. Lê ji ber ku şer dijwartir bû em nikaribûn li wir bimînin. Hemû kes taxan vala kirin. Av û ceyranên me birîn.”
 
'Ma mirov miriyan carek din dikuje..?'
 
Esmer, bi wan hevokan behsa wan rojên borî dike: "Bûka min Guler ducaniya 6 mehî bû û ew çû Silopiyê. Bûka min a dinê jî bi zarokên xwe re çûn Şirnexê. Ez, her du kurê li Cizîrê man. Piştî ku qedexe hat îlankirin hat diyar kirin ku dê avahiyên ku vala bên tespîtkirin û bi tevahî bên valakirin. Piştre min zarok û neviyên xwe yên mayî birîn mala cîranê xwe. Em 11 şevan li mala cîranê xwe man. Bi roj em dihatin malê, bi şev em diçûn mala cîranê xwe. Dibû şev li ser serê me qiyamet radibû. Avahiya me jî bi tang û topan hat hilweşandin. Şev jî dengê sirûdên wan dihat. Ez ê tu caran wan rojan ji bîr nekim. Qedexe li Silopiyê rabibû û min got ez ê biçim Silopiyê li cem bûka xwe. Piştre agahî ji min re hat û gotin Orhan birîndar bûye. Gule ser serê min difiriyan. Rojekê reş bû. Piştre min paçekî spî bi darekî ve girêda û min got ez ê biçim bipirsim. Faysal Sariyildiz wê demê got ji bo ku Orhan û hevalên wî yên birîndar ji wir bên derxistin serlêdan kirine. Ez ji Cizîrê derneketim û piştre çûm mala keça xwe. Serê sibehê dîsa ez çûm cem Faysal Sariyildiz, lê belê destûrê nedan ku ez biçim zarokên xwe xilas bikim. Dema ku Faysal û kesên bi wî re cenazeyan ji wir derdixistin bi carekê gule di ser wan de barandin. Ew kesên ku miribûn, cara duyem hatin kuştin. Miriyê mirî çû, ma mirov miriyan dîsa dikuje...?"
 
'Ceza li min birîn...'
 
Dayika Mehmet Tunç Esmer, destnîşan kir ku vê demê gelek birîdar jî hatin qetilkirin û wiha bi lêv kir: "Jêrzemîna ewil bi guleyan hilweşandin. Dewletê welatiyên xwe bi zanebûn qetil kir. Em wek dayik me xwest em biçin cem zarokên xwe ya jêrzemînan de asê mane, lê gule bi ser me de barandin. Ji me re gotin derbikevin teslîm bibin û piştre em hatin binçavkirin. Sê rojan em di binçavan e man. Dadgehê pênc mîlyar dirav li min birî. Em hatin kuştin, lê dîsa ceza li me hat birîn. Lê me dîsa li ber xwe da. Me dev ji berxwedana xwe berneda."
 
'Min hîs kir ku her du zarokên min şehîd bûn'
 
Esmer Tunç, diyar kir ku di 7’ê êvara sibatê de dengê teqîneke mezin hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pişta min ji diwarî vebû. Ew qas roj bûn bajêr dihat bombebarankirin, lê min tu carî bi qasî vê teqînê teqîneke tund nebihîst. Ez ê wê şevê tu carî jibîrnekim. Min wê şevê hîs kir ku her du zarokên min şehîd ketin. Min kir hawar. Keçên min ji min re gotin, 'Tiştek tune ye, Mihmed û Orhan rizgar bûne.' Min ji vê gotinê bawer nedikir. Ji ber ku ez dayik bûm, min hîs dikir. Piştî ku qedexe xilas bûn, hemû cenazeyan belavkirin bajarekê. Kurê min Mehmet 7 rojan beriya, kurê min Orhan şehît ketibû...”
 
Bêkes 6 salî ye
 
Esmer, di axaftina xwe de gotinê Orhan "Ger ku ez bêm, ez ê navê kurê xwe bikim Çiyager, ger ku ez neyêm navê kurê min bikin Bêkes” bibîrxist û got: "Bûka min Guler, beriya ku Orhan şehît bikeve welidî. Piştî çend roj şûnde agahî hat gotin Orhan şehît ketiye. Li ser vê yekê me navê pitikê danî ‘Bêkes’ û îro ew 6 salî ye.”   
 
‘Bila gelê me tu carî şehîdên xwe ji bir neke'
 
Esmer, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku axaftina Mehmet Tunc ê dawî tu carî ji bîra wê naçe û wiha dom kir: “Ji xeynî qetilkirina Mihemed û Orhan tişta ku herî zêde ez êşandim, ew 3 meh bûn di wî çilê zivistanê de tî û birçîbûn. Kezeba min hîn weke wê rojê dişewite. Doz vebûn lê belê hiqûqê cihê xwe nedît. Dosyayên me hatin girtin. Kujer nehatin cezakirin. Em berxwedana Cizîrê tu carî ji bîr nakin. Li ser qedexeya Cizîrê de 6 sal derbas bûye jî hîn jêrzemîn nehatine ronîkirin. Heta ku kujerên lawên min neyên darizandin, ez ê dev ji vê dozê bernedim. Pêwîste mafê zarokên min li erdê nemîne. Komkujî ji hêla dewletê ve pêk hat û ez heta saxbim ez ê li ser şopa doza xwe bim. Em ê tu carî vê roja reş ji bîr nekin. Dema dîmenê Mihmedê min derdikeve ser ekranên televîzyonê kezeba min jî pê re dişewite. Ne şeva min şev e û ne jî roja min roj e. Ez bi Mehmet, Orhan û hevalên wan serbilind im. Tu carî wê berxwedana wan ji bîr nakim. Bila gelê me şehîdên xwe ji bîr nekin û li ser rêya wan bin.” 
 
Heznî 2 zarok û birayê xwe winda kir
 
Heznî Arslan ku di dema qedexeyê de kurê wê Mehmet Saît Arslan û birayê wê bavê 3 zarokan Selîm Turay jiyana xwe ji dest dan, her wiha Heznî hîn jî li cenazeyê keça xwe Hacer Arslan digere. Heznî, di serî de got ku bi rojan û saetan behsa wê demê bike jî naqede û êşa wê hîn jî berdewam dike. Heznî ya ku di ser qedexeyê de 6 sal derbas bû jî hîn cenazeyê keça xwe Hacer Arslan nedîtiye û lêgerîna xwe hîn jî didomîne. Heznî, bi lêv kir ku piştî birayê wê jiyana xwe ji dest daye fêr bûye ku keça wê jî di jêrzemînan de ye û got ku di dema jêrzemînên yekemîn de navên kesên birîndar hatine xwendin û navê keça wê jî derbas bûye.
 
‘Hêviya min ji dewletê tuneye’
 
Heznî, anî ziman ku ew dema şer de dev ji xaniyên xwe bernedane û neçûne û wiha berdewam kir: “Ji bo ku dengê guleyan neçin wan min pembo dikir gûhê wan. Ji neçariyê ji bo zarokên xwe ji navçeyê derketine. Min dema zarokên xwe yên di nav pêvçûnan de mayî re diaxifim ji min re digotin 'Rewşa min baş e'. Piştî 43 rojan min bihîst ku birayê min Selîm Turay şehît ketiye. 29 rojan cezayê birayê min li erdê ma. Dewleta ku maf, hiqûq û edalet tunebe, mirov nikare tiştekê hêvî bike. Ji ber ku pitika ku di zikê dayika xwe û kesên kal û pîr hatin qetilkirin. Piştî demek di televîzyonê de navên kesên jiyana xwe dest dane hatine xwendin navê keça min jî derbas dibû. Keça min di jêrzemîna yekem de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku navê wê di lîsteya wir de derbas bû.” 
 
'Ez bi cenazeyê kurê xwe re rûbirû mam' 
 
Heznî, piştî ku dibihîse keça wê li jêrzemîna avahiyekê bûye, li morgên Xabûr, Riha û Mêrdînê li cenazeyê keça xwe digere û ji bo DNA'yê xwînê dide. Piştî çend mehan jê re tê gotin ku xwîna wê û cenazeyekî li hev derketiye û dîsa berê xwe dide Rihayê. Piştî ku jê re tê gotin xwîna wê cenazeyek hev hatiye, bi hêviyekê ji xwe re gotiye cenazeyê Hacera xwe dît. Lê dema ku çûye bi cenaze nêriye bi cenazeyê kurê xwe re rûbirû dimîne. Lê belê 6 sal in cenazeyê keça xwe Hacerê nedîtiye û lê digere. Heznî, wiha dibêje: “Ev 6 sal in min cenazeyê keça xwe nedîtiye. An li ser xanî an jî li ser park hatiye çêkirin.   
 
6 sal in cenazeyê keça xwe digire
 
Heznî, da zanîn ku piştî cenazeyê kurê xwe defin kiriye vê carê jî ji bo keça xwe xwestiye xwînê bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku min berê jî xwîn dabû ji min re gotin heta 6 meh derbas nebin tu nikarî careke din xwînê bidî. Piştî ku 6 meh derbas bûn em careke din çûn û me xwîn da. Di ser dema min xwîn de 6 sal derbas bûn û cenazeyê keça min hîn jî winda ye. Ev 6 sal ji bo min gelek zahmet derbas bûn. Rojekê ji min re zarfek hat û gotin cenazeyê keça te li tu cihê tuneye. Lê ez ê dev ji lêgerîna cenazeyê keça xwe bernadim. Çi bi cenazeyê keça min hat? Em dixwazin cenazeyên me bidin. Hêviya min bi tenê ew e ku gorek keça min hebe.”
 
‘Cîhana ku zarokên min tê de nejiyabe ez ê çi bikim vê cîhanê’
 
Heznî, bal kişand ser nêzikatiya dewletê û da zanîn ku hêviya wan ji dewletê nîne. Heznî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir ne dewlet heye, ne hiqûq û ne jî edalet heye. Heta ez sax bim li ser şopa zarok û birayê xwe bim. Ji kezebê girîngtir tu tişt tuneye. Cîhana ku zarokên min tê de nejiyabin ez çi bikim vê cîhanê. Ev 6 sal in ji bo zarokên xwe ez li ser lingan mam. Di dilê min de hîn ew şer û êş heye û tê jiyîn. Di jiyana min de tu tişt neguherî. Xewn û xeyalên zarokên min hîn li ber çavên min e. Ger ku ez cenazeyê keça xwe rojekê bibînim wê demê ez ê dev ji vê laçika reş berdim. Lê heta ez nebînim ev laçika reş tim li serê min be. Ev komkujî li ber çavên hemû cihanê hat jiyîn. Lê belê hemû li dijî van bûyeran ker û lal bûn. Ji ber ku keça min di Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de dixebitî, ev 6 sal in ez naçim nexweşxane yê. Dema ez diçim li wir keça min tê li ber çavên min. Ne 6 sal, 600 sal jî derbas be ez wan rojan ji bîr nakim. Ez ê destûrê nedim ku zarok û neviyên min jî wan rojan ji bîr bikin.”