ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 14 Kanûn 2021
  • Rojev
*Xizma Fîdan Bîlel a ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat revandin û cezayê mirinê lê hat birîn, Erîfe Bîlel derbarê Fîdan Bîlel û Wîsal Henan ên rewşa wan xirab e de ev tişt anî ziman:"Fîdan Bîlel û Wîsal Henan divê bên rizgarkirin. Ji ber ku bê sûc cezayê mirinê li wan hatiye birîn. Sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafên li Efrînê didomin. Ji sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafan ên li dijî jinan re êdî bes e." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên li Cizîrê yên ku hêm bûn şahidê berxwedanê û hem jî bûn şahidê wahşetê, bêkesiya xwe ya li cîhanê di 6'emîn salvegerê de carek din anîn ziman û gotin: "Ev komkujî li ber çavê cîhanê hat jiyîn. Lê belê li hemberî wahşetê ker û lal bûn. Birîn wekî duh hêj zîndiye, lê 600 sal jî derbas bibe jî em destûrê nadin ku zarok û neviyên me wan rojan jibîrbikin.” BI DÎMEN 
 
* Jinên duh tevlî Kongreya Rexistina Navendî ya HDP’ê ya Stenbolê bûn diyar kirin ku bi hezaran kesên li salonê bûne bersiva ‘Kurd ji HDP’ê hez nakin’ û wiha got: “HDP ji bo gelan hêvî ye. Kongreyê carek din hêviya me teze kir.” Jinan bi gotina  ‘Hebûna me ya li qadan zora wan dibe’ bang li Suleyman Soylu kirin. DÎMEN HEYE
 
*Girtî Garîbe Gezer ku hat tecawizkirin û îşkenceya zayendî dît, bi guman jiyana xwe ji dest da. Jinan bertek nîşanê bûyerê dan û gotin: “Garîbeyê întîhar nekir, bi destên dijmin hat qetilkirin. Bi destên dewletê jinek din hat qetilkirin.” DÎMEN HEYE
 
* Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bal kişand ser êrîş û zextên li dijî siyaseta kurd û got: “Di 8 salên dawîn de gelek kes bi KHK'ê sirgûn û zindan kirin û bi birçîbûnê xwestin terbiye bikin. Lê tevî van polîtîka û hewildanên qirkirnê, gel ji têkoşîna xwe tavîz neda û xwedî li partiya xwe derketin.” BI DÎMEN
 
*Garîbe Gezer di rojnivîska ku ji bo birayê xwe Bîlal Gezer ê di çalekiyên serhildana Kobanê de hatibû qetilkirin nivîsandiye de cih daye van gotinan:"Em di hundirê girtîgehan de û ji derve bi hêsanî tên qetilkirin. Dema em tên qetilkirin jî sûcdar dîsa dibin em…"
DÎMEN HEYE
 
*Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, bi minasebeta 6'emîn salvegera qedexeya derketina kolanan ku di 14'ê Kanûnê de hat îlankirin li ber avahiya xwe dê daxuyaniyê bide.(11.00)