DAKAP’ê ji bo Garîbe Gezer daxuyanî da: Ne întîhar, cînayet e

  • 20:39 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - DAKAP’ê têkildarê mirina bi guman ya Garîbe Gezer a di girtîgeha Kandrayê de di hucreya ku tê de dihat girtin de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan carek din diyar kir ku ew gotina întîharê qebûl nakin û wiha gotin: “Garîbe piştî ku bi bûyera tacîz û îşkenceyê re bû rojev piştî demek kurt hate qetilkirin. Em bi her awayî rayedaran berpirsiyar dibînin. Ji ber wê sedemê jî ev qetil e û qetilkirina wê jî polîtîk e.”
 
Platforma Dicleyê ya Jinên Amedê (DAKAP), têkildarê Garîbe Gezer a di 9’ê Kanûnê de di girtîga tîpa F ya Kandrayê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye li Perqa Hazal a di taxa Ofîsê de cih digire daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em di serhildanê de ne, ne întîhar qetilkirina jinê ye û qetilkirina jinê polîtîk e” li ser hatiye nivîsîn rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê endama TTB’ê Çaglar Îzcî ve hate xwendin.
 
‘Qetilkirina Garîbe polîtîk e’
 
Çaglar di destpêkê de jiyana Garîbe û rewşa wê ya di girtîgehê de destnîşan kir û wiha got: “Garîbe timî ji girtîgehê sirgunê girtîgehek din dihat kirin. Di van pêvajoyan de jî rastî îşkence û êrisa zayendî dihat. Çiqasî xwestibe vê rewşê ragihîne jî yan axaftina wê hat birîn yan jî nameya wê hat sansurkirin. Vê carê jî ji ber ku serî netewand rastî îstismar û îşkenceyê tê. Derbarê bûyerên Garîbe jiyaye de ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve di meclîsê de hate ragihandin. Lewra li hemberî vê yekê nebûn asteng. Ji ber wê sedemê jî em dibêjin qetilkirina Garîbe û qetilkirina jinan polîtîk e.”
 
‘Ev ji bo Tirkiyeyê wê weke qirêjiyek mayînde be’
 
Çaglar got li rex ku ewlehî li hemberî îstismar û îşkenceyê nehatin girtin di dema teslîmkirina cenazeyê de jî ew rastî nêzîkatiyên çewt ên polîsan hatin. Çaglar wiha berdewam kir: “Di dayina cenazeyê de heqaret li jinan hate kirin û maşîneya cenazeyê jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di medya û çapemeniya alîgir de jî sernavên nîjadperest û zayendperest hatin rêzkirin. Ev kiryara wan tucar nayê jibîrkirin û wê di rûpelên dîroka Tirkiyêey de weke  qirêjiyekê bimîne.”
 
‘Em ê bi hevkariyê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Çaglar bal kişand li ser kedkara tendirustiyê Fatma Demîrel a bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye û li dijî qirkirina jinê herî dawî van gotinan kir: “Em jin li dijî bişaftin, koletî û zordestiyê demên dirêj in têkoşîna xwe didin berdewamkirin. Ji ber ku em dizanin em ê bi têkoşîn û hevkariya hevdu li hemberî hişmendiya mêr-dewletê bi ser bikevin. Em carek din dibêjin qetilkirina jinê polîtîk e.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” re bi dawî bû.