'Li hemberî jinên kurd êrişeke sîstematîk heye'

  • 16:56 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di şîna Garîbe Gezer de axivî û got: "Em ê hesabê bipirsin." Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî da zanîn ku li hemberî jinên kurd êrişeke sîstematîk heye. 
 
Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F girtîbû bi îşkenceyek sîstematîk û destdirêjiyê re rûbirû mabû bi awayek guman li hucreya lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Şîna ku li malê hatî danîn didome. Îro Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û şandeyên ku ji Dîlok, Sêrd, Êlih û Mêrdînê malbat Garîbeyê ziyaret kirin. Şande ji hêla dayika Garîbe Helîme û bavê wê Yusuf Gezer ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Ayşe Acar Başaran di şînê de axivî û got: "Îrol li girtîgehan binpêkirina mafan derketiya asta herî jor. Her roj hevalek me bi şîdet û îşkenceyê re rûbirû dimîne. Garîbe wek jineke kurd li girtîgehê bi îşkenceyê re rûbirû ma. Lê divê bê zanîn em ê şopdarê doza Garîbeyê bin. Em ê her roj bipirsin gelo çi bi Garîbeyê hat? Çima di hicreyê de ma? Çima îşkence lê kirin? Çima Garîbe jiyana xwe ji dest da?" 
 
Esengul jî da zanîn ku ne tenê di şexsê Garîbeyê de li hemberî hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn  de polîtîkayên bi vî rengî tê domandin û wiha bi lêv kir: "Îqtîdar di nav qeyrana aborî, civakî, polîtîk de tenê êrişê li kurdan dike. Li hemberî jinên kurd bi sîstematîk êrişek heye. Ayşe Gokkan, Leyla Guven û gelek jinên tên cezakirin. Herî dawiyê li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyroz hat qetilkirin û Garîbe Gezer jî li girtîgehê hat kuştin. Ev tişt jî ji encama polîtîkayên îşkence, şîdet û êrişê pêk tê. Lê em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî wan êrişan li ber xwe bidin. Me silaven jinên Tirkiyeyê yên ku xwedî li Garîbeyê derketine ji we re anîn."
 
Piştî çûyîna şandeyê malbata Gezer dawî li şînê anî.