Fatmaya întîhar kir derket holê ku bi caran tundî lê hatiye kirin

  • 16:36 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Fatma Demîrel a ku di rojên borî de întîhar kir, derket holê ku ji aliyê nivîskar Muhamed Ronahî ve bi caran tundiya fizîkî û derûnî lê hatiye kirin. 
 
Di 11'ê Kanûnê de Fatma Demîrel (Evîn Guneş) a ku di 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ji karê xwe hat îxrackirin întîhar kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Fatmayê jiyana xwe ji dest da di hin parvekirinên li ser medya dijîtal îdayên ku fatma ji ber ji karê xwe hatiye îxrackirin nema qedandiye û întîhar kiriye hatibûn parvekirin. Lê malbata Fatmayê û kesên ku ew ji nêz ve nas dikirin diyar kirin ku sedema întîhara Fatmayê ne ev e û ji aliyê nivîskar Muhamed Ronahî ve tundiya fizîkî û derûnî lê hatiye kirin. 
 
Herwiha derket holê ku Muhamed Ronahî tenê li Fatmayê Tundî nekiriye di heman demê de li hemberî zaroka wê jî êrîşa zayendî pêk ani ye, Fatmayê bi caran ji ber tundiya lê hatiye kirin gilî kiriye lê ji ber zextên hatine kirin giliyê xwe paşve kişandiye.  Li aliyekî din derket holê ku Fatmayê serî li Baro û saziyên jinan jî daye lê ji ber zextan ev daxwazên xwe jî paşve kişandine. 
 
'Tundî û êrîşa zayendî'
 
Kesên li derdora Fatmayê tundî û êrîşa zayendî ya li zaroka wê hatiye kirin bi van gotinan vedibêjin: "Muhamed 4 sal bû bi fatmayê re bû. Herdaîm dihat mala wê û diçû. Muhamed berî bi du salan êrîşa zayendî li hemberî keça wê pêk anî û ne carekê tenê bi caran ev êrîş pêk hatiye.  Zarokê bûyer ji dayika xwe re gotiye û me jî dît ku Fatma bi caran giliyê Muhamed kiriye. Piştî vê Muhamed li Fatmayê jî tundî dikir. Berê jî bi caran tundî lê kiribû. Muhamed di heman demê de zewicandî bû û jina pê re zewicî bû jî ji ber bûyerên bi vî rengî terka wî kiribû.  Du caran jî li pêş çavnê me Muhamed tundî li Fatmayê kir.  Fatma jî ji ber hin bûyerên ku hatibûn serê wê derûniya wê ne normal bû û Muhamed jî ji vê rewşa wê îstîfade dikir.  Fatma her carê xwe komî ser hev dikir û diçû li Muamed gilî dikir. Lê Muhamed her carê bi zextan û gotinên xweşik ên evîndaran ew dixapand û pê re li hev dihat.  Piştî ku Fatma jê veqetiya jî li ser Twîtterê jî bi caran ji aliyê Muhamed ve hat tehdîtkirin  û hedef hat nîşandan.
 
Zarok jî ber bi întîharê ve hatiye ajotin
 
Muhmed ne cara yekê bû ku ev dikir. Berê jî gelek caran me bihîst ku li jinan tundî kiriye. Lê tu kesî gilî nekir. Fatma bi xizmên xwe yên ku cerdevan bûn tehdît dikir.  Muhamed dema ku ji ber bûyera êrîşa zayendî mecbûr mabû biçe îfadê bide jî ji bal kişandiye ser apê zarokê û gotiye, 'hûn ê ji min bawer bikin an jî ji biraziya terorîst' û gotibû ku derewan lê dikin. Ji ber vê îfadeyê jî polîs bêyî ku tu qeyd û  girtekan bigirin wî paş  ve şandibûn.  Jixwe piştî zextan Fatma û zaroka xwe jî giliyê xwe paşve kişandibûn.  Van zextan jî demekê berdewam kir. Fatma beriya vê jî ji ber vê rewşê întîhar kiribû.  Herî dawî zaroka wê jî ji ber êrîşa zayendî derûniya wê xira bibû û întîhar kiribû. Bi rojan li nexweşxaneyê raza. Lê mêrê ku sedem bû li derve serbest digeriya. Li ser medya sanal êrîşî her kesî dike."
 
Ev îdia li gorî axaftinên kesên li derdora Fatmayê, ji serlêdanên wê yên baro û Komeleya JInan a Rosayê jî tên piştrastkirin.  Fatma beriya ku jiyana xwe ji dest bide di peyamên ku ji hevlên xwe re şandine de jî kiryar nîşan dide.
 
Herdu hesab jî girtin
 
Di heman demê de, piştî ku ev îda derketin holê  Muhamed Ronahî li ser bertekan hesabên xwe girtin û duh ji ser hesabekî ku nû vekiriye Fatma û kesên li derdora wê kirin hedefa xwe. Lê dîsa li ser bertekan Muhamed Ronahî ev hesabê xwe jî  girt. 
 
Lêkolîna derbarê mirina fatmayê de berdewam dike, lê hîna derbarê Muhamed Ronahî de tu tişt nehatiye kirin û îfadeya wî nehatiye girtin.