Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan serdana malbata Abdullah Ocalan kir

  • 16:21 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê, çû gundê Amarayê serdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.  
 
Bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê, serdanên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dike. Şandeya Komîsyonê, çûn gundê Amara ya Xelfetiya Rihayê û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ziyaret kirin. 
 
'Tecrîd encameke siyasî ye' 
 
Piştî pêşwazîkirinê, li ser navê şandeyê Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirs Umît Dede axivî û diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê ji aştî û demokrasiyê heye. Umît destnîşan kir ku çareseriya aloziya nav Tirkiyê bi şikandina tecrîdê bi pêkan e û got: “Tecrîda di şexsê birêz Ocalan bûye bingeha hemû binpêkirina mafan. Gava em lê dinihêrin îro hemû gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ye. Pergala Îmraliyê nîşaneya tarîtiya bêhiqûqiya Tirkiyê ye. Ev tecrîd hem hêla hiqûqî hem jî hêla siyasî ve nayê qebûlkirin. Lê bes divê em vê mijarê tenê aliyê hiqûqî ve nenêrin. Ji ber ku jixwe ev tecrîd encamek siyasî ye û ne tenê mijara Tirkiyê ye. Mijarek navnetewî ye ku were çareserkirin.”
 
‘Divê tecrîd tim di rojevê de be’
 
Mehmet Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka Ocalan e, pirsgrêka hemû gelan e û wiha axivî: “Ocalan 23 sal in ji bo ku pirsgirêkên Rojhîlata Navîn were çareserkirin têkoşînek bêhempa daye. Lê ev nêzî 9 meh in ji Ocalan tu agahî nîne. Ez wek ferdek malbatek daxwaza min ew e ku bila agahî ji Ocalan û 3 girtiyên din were girtin. Ev mesele ne tenê meseleya kurdan e. Bila TV’yên kurdan jî ew mijarê bixin rojeva xwe. Desthîlatdar jî baş dizane ku çareserî li Îmraliyê ye. Bila bê pirsîn ew 4 kes li Îmraliyê dijîn an na. Partiyên muxalefet dibêjin em vê pirsgirêkê çareser bikin lê ji 4 kesan tu agahî nîne. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareser kirin gotinên tu partiyên muxalefet ne samîmî ye.”
 
Ji bo Aysel Tugluk bang
 
Mehmet bal kişand li ser rewşa Aysel Tugluk jî û bang kir ku bila rewşa Aysel Tugluk ji rojevê dernekeve. Mehmet wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Yek ji wan jî Aysel Tugluk e. Tê xuya kirin ku rewşa wê pir giran e. Aysel mirovek pir bi qîmet e û divê serbest bê berdan. Pêwîst e ku rewşa Aysel qet ji rojevê dernekeve.”