Li Şehbayê Kongreya Star êrîşên li ser Şengalê şermezar kir

  • 14:59 13 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.
 
Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li Wargeha Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Hemû jinên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de alên Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Jinên Azad a Şehbayê, Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava, al û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Rîhan Elo ve hat xwendin.
 
Destpêka daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Mirovahî bûye qurbana şerên bêrehm û bi taybet binpêkirinên faşîzma Osmaniyan a ku her roj pîleya xwe zêde dike. Komkujiyan û wehşetê li hember nirxên mirovahiyê, bi taybet li hember hebûna kurdan û pirojeya demokrasiyê ya li ser esasê ku mirov rastiya xwe nas bike pêk tînin. 
 
Ruxmî bikaranîna hemû rê û rêbazên tundiyê û zordestiyê, siyasetên êrîşkirinê Meclîsa Gel a Xanesorê hat hedefgirtin. Beriya wê jî bi çend rojan pekrewan Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hat hedefgirtin. Ev sûcên hovane yên li ser civaka Êzidî tên kirin berdewamiya fermanên berê yên qirkrina gelên herêmê yên resen e. Yên ku bi hezara salan xwediyên mîrasa şaristaniya demokratîk bûn."
 
Wek tê xuyakirin binpêkirinên ku li ser jinê tên meşandin bingeha xwe ji sîstema îslama radîkal digire. Yên ku di bin navê ol de her tiştî ji xwe re rewa dike, maf dide xwe û yên xeynî xwe jî bê maf dike. Mafê civaka Êzidî dixwin. Jinên kurd tên qedexekirin bi taybet di hundir zindanên faşîstan îşkence li wan tê kirin. Ji Guantanamo xirabir bûye. Îşkence û zilma dûrî mirovahiyê tê kirin. Gihîştiye asteke ku hevalên jin ên berxwedanê dikin ji bo jiyanek azad ji gelên bindest re were avakirin gihaştin asta şehadetê. Em dîsa balê dikşînin ser jinên Efrînê yên ku bi îşkenceyê re rû bi rû mane tên azadkirin. Li ser vê jî biryara serjêkirinê derheqê du jinên kurd di zindana "El-Raî" de hat dayin.
 
Em jî li ser navê Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê van kiryarên dijmirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar li dijî destûr û hevpeymanên dezgehên mafê mirovan e. Niha binpêkirin berdewam dikin. Pêdivî bi şandina Komîteya Lêkolînê heye ku tiştên çeteyên Erdogan dikin derkeve holê."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd nairin" bi dawî bû.