'Li girtîgehan 3 hezar zarok tên girtin'

  • 14:36 13 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - TIHV, ÎHD, DTO û Baroya Amedê di çarçoveya hefteya Mafê Mirovan de li ber deriyê zindana tîpa D ya Amedê daxuyanî da . Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtiyên nexweş û bi taybet ji zarokên ku di girtîgehan de tên hiştin.
 
Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê,  hefteya Mafê Mirovan a  Navneteweyî de li ber deriyê zindana Tîpa D ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebirê Baroya Amedê Diyar Çetedir ve hate xwendin.
 
‘Di girtîgehan de 294 hezar û 930 kes hene’
 
Diyar got di salvegera 73’emîn ya Hefteya Mafê Mirovan de em temaşe dikin ku em gihîştine cihekî pir xeter ku qeyrana aborî, siyasî û civakî li pey hev rû dane. Diyar wiha berdewam kir: “Bi taybetî li girtîgehan bi pandemiyê re qeyranên mezin ên binpêkirinên mafan rû didin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê her ku diçe em ji gotinên aştî, demokrasî û xweseriyê dûr dikevin. Lewra li gorî wezîrê Dadê di 31’ê Cotmeha 2021’ê de parve kiriye li wan girtîgehan 294.930 kes hene. Em dizanin jimara wan ji vê daneya ku wezîr parve kiriye zêdetire jî.”
 
‘Girtî ji mafên xwe yên jiyanî bê par in’
 
Diyar îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne anî ziman û Garîbe Gezer a li girtîgeha Kandirayê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da mînak da. Diyar wiha pê de çû: “Lewra bi Garîbe re ji sala 2011’an ve 682 girtîyî jiyana xwe ji dest dan. Lewra li girtîgehan 604 kes giran 1605 nexweş hene. Girtî ji mafên xwe yên jiyanê bê parin. Em dikarin mînaka Aysel Tugluk bidin.  Gelek siyasetmendarên hatine hilbijartin, parêzer û parastvanên mafan îro ruxmê pirsgirêkên tendirustiyên tên girtin.”
 
‘3 hezar zarok di girtîgehan de dijîn’
 
Diyar got yek ji kesên ku herî zêde di nava şert û mercên girtîgehan de tên çewisandin jî zarok in û wiha berdewam kir:"Li tirkiyeyê 743 zarok bi diya xwe re dimînin di nav de 3 hezar zarok di girtîgehan de ne. Em pê dizanin ku bi girtina zarokan re ew pirsgirêkên kirine çareser nakin li dijî wê dema derdikevin sûcên mezintir dikin. Divê girtina zarokan were nîqaşkirin. Li rex van jî tecrît, îzolasyon, hevdîtina malbatan, astengiya axaftin û xebergirtinê li girtîgehan zêde bûye. Divê rastiya wan girtîgehan were guherandin."
 
Diyar herî dawî li dijî van binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de her ku diçe girand dibe pêşniyariyên xwe rêz kirin û daxuyanî bi dawî anî.