Derheqê girtiyên mirina Garibe Gezer şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 14:25 13 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Desteya Giştî ya Meclîsê bi lêv kir ku derheqê jinên girtî yên li Girtîgeha Kandirayê yên mirina bi guman a Garîbe Gezer şermezar kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di hevdîtinên budçeya Wezareta Çand û Turîzmê, Wezareta Karên Derve ya li Desteya Giştî ya Meclîsê pêk tê de axivî. Meral da zanîn ku derbarê Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe dest da 4 roj in tu lêpirsîn derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. 
 
'Em ê di vê mijarê de bêdeng nemînin' 
 
Meral diyar kir ku roja budçeya Wezareta Dadê dihat nîqaşkirin Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest daye û got: “Lê mixabin Wezîrê Dadê yek hevok jî negot. Me daxwaz kir ku lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên girtin. Dûre di derengiya êvarê de Cîgirê Serokê Koma AKP'ê diyar kir ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim û bi dehan hevalên me yên li Girtîgeha Kandirayê dîl hatine girtin, îro bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Mirina Garîbe Gezer şermezar kirine. Bi çepikan şermezar kirine. Di nava 24 saetan de derbarê hevalên me de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. 4 roj derbarê mirina Garîbe de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Di derbarê kesên protesto dikin de lêpirsîn tê destpêkirin lê belê derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn nayê destpêkirin. Em ji grûpa îqtidarê îzahatekê dixwazin. Em ê di vê mijarê de bêdeng nemînin.”