TAJÊ: Kesên ku hevkariya dijmin dikin em efû nakin

  • 14:00 13 Kanûn 2021
  • Rojane
TAJÊ: Kesên ku hevkariya dijmin dikin em efû nakin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, li cihê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyek da û got: "Bila hevkarên dijmin ên bi pereyan agahiyan didin dijmin baş bizanin, ew ê diyar bibin û neyên efû kirin. Şengal warê pêşeng û qehremana ne, ne cihê xayînane."
 
Di 7’ê kanunê de balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 11'ê kanûnê de jî balafirên şer ên Arteşa Tirk êrişê avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê kir.  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li cihê ku Merwan jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyek da. Malbata Merwan jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ji aliyê endama TAJÊ Riham Hiço ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wê kesên hevkarê dijmin û agahiyan didin dijmin, tucarî neyên efûkirin. Wê teqez hesab ji hevkarên dijmin were xwestin. Ev êriş berdewama Fermana 3'yê tebaxa 2014’an e armanc qirkirina civaka êzidî û tunekirina îradeya civaka êzidiye. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO, hevkariya PKD, Iraq û xiyanetkaran, fermanê berdewam dike, bi hemû hovitiya xwe êrişî destkeftiyên Şengalê dike. Welatên ku çek didin Tirkiyeyê jî bi xwe hevkarê êrişa ne. Dewleta Tirk a dagirker ji serdema Osmaniyan ve dijminê, bawerî, netew û vê xakê ye. Lê îro Koalîsyona Navnetewî, Iraq û dewletên navnetewî ji van êrişan berpirsyarin. Ger ew destûrê nedin, Tirk wê nekaribin êrişan pêkbînin, Tirkiye bi erêkirina Koalîsyona Navnetewî êrişan pêktîne.
 
Bila hevkarên dijmin ên bi pereyan agahiyan didin dijmin baş bizanin, ew ê diyar bibin û neyên efû kirin. Şengal warê pêşeng û qehremana ne, ne cihê xayînane. Em wek TAJÊ bang li jin, ciwan û hemû civaka êzidî, Gelê Kurd û mirovahiyê dikin, em bi hev re rê li fermanan bigrin. Têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li keda pêşeng û şehîdan derkevin.”
 
Pitşî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel Hilwa Xelef jî axivî. Xelef got ku ew ê li pey hevkarên dijmin ên bûne sedema şehîdxistina Merwan Bedel bin û got: “Dewleta Tirk dijminê me yê dîrokê ye, em ê kesên hevkarê dijminin, efû nekin. Ew ê nekaribin di nava me de bijîn." 
 
Piştî daxuyanî û axaftinan, li cihê Merwan Bedel lê jiyana xwe ji dest dayî gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.