Li Silopiyê zarokê di bin êzingan de ma jiyana xwe ji dest da

  • 13:43 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li bajaroka Bêspînê ya Sîlopyayê zarokê çûbû êzingan bi hev de jiyana xwe ji dest da. 
 
Li bajaroka Bêspînê ya girêdayî navçeya Silopiyê ya Şirnexê zarokê bi navê Cuma Sadak (15) ji bo ku ji xwe re telefon bikire çûbû komkirina êzingan, di bin êzingan de ma. Cuma li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Lê tevî hemû hewledanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Cuma, piştî karûbarên otopsiyê li goristana bajarok hat definkirin.