Nobeta Edalatê di roja 280'ê de berdewam dike

  • 12:50 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA -  Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên ku "Nobeda Edaletê" di roja 280'yî de li ber edliyeya Rihayê berdewam dikin. Serdanên ji bo piştevaniya çalakiya wan jî berdewam dikin.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan hatin qetilkirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê, Nobeda Edaletê digirin. Nobeda malbatê di roja 280’yî de berdewam dike. 
 
Îro jî bi minasebeta Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê(KESK) Koma Bajar a Muzîkê, şandeyek ji Partiya Demonratîk a Gelan(HDP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Rihayê û parezêrên malbatê çûn serdana malbatê. 
 
Di destpêkê de li ser navê Koma Bajar a Muzîkê Vedat Yildirim axivî û diyar kir ku heke edalet pêk neyê wê ji civakê bêhtir xwîn biçe. Piştre jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û destnîşan kir ku ji bo kiryar bên darizandim divê lêpirsinek bingehîn û durîst bê pêkanîn. 
 
'Sembola berxwedanê ye'
 
Piştî ku şandeya KESK'ê û Koma Bajar çûn, şandeya HDP’ê ya rêxistinên navend û navçeyên Rihayê hatin pêşwazîkirin. Li ser navê Şandeyê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirs Umît Dede wiha axivî:” Weke HDP me serdana malbata Senyaşar kir ku li Tirkiyeyê bûye sembola berxwedanê. Ji destpêka darizandinê ve em malbatê dişopînin. Malbat rastî bêhiqûqiyeke mezin hat. Piştî komkujiyê tişta qewimî êş zêde kir. AKP civakê bi hiqûqa dualî ji hev vediqetîne. Eger hûn alîgirê desthilatdariyê bin qanûneke din û eqer hûn ne pê re bin jî qanûneke din tê bicihanîn. Yek ji mînakên herî girîng ên vê yekê jî doza komkujiya malbata Senyaşar e.”
 
'Hemû tişt li ber çavên hiqûqmetê pêk hat'
 
Herî dawî jî Emîne Şenyaşar bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan da û destnîşan kir ku li şuna dorpêçkirinê bila kujeran bigirin. Emîne , wiha axivî: “Edaleta we tune ye. Dibêjin em nizanin ku kê kuştiye, heke hûn nezanibin wê kî bizanibe. Hemû tişt li ber çavên hikûmetê pêk hat.”