Nobeta li ber deriyê Sêmalkayê ket roja 70'ê

  • 11:54 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber deriyê Sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin ket roja 70'ê
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyeyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 107 roj in cenaze nadin malbatên wan. 
 
Nobeta li ber deriyê Sêmalkayê ket roja 70'ê
 
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'yiyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobetê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobetê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 70'ê de berdewam dike. 
 
Serdanên piştgiriyê 
 
Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobetê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobetê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.