Têkildarî kongreya bi hezaran kes beşdar bûn gilî hat kirin

  • 11:02 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Têkildarî kongreya HDP'ê ya Stenbolê ya bi hezaran kes beşdar bûn ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve gilî hat kirin.
 
Midûriyeta Giştî ya Polîsan têkildarî Kongreya Asayî ya 4'emîn a Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê ku duh bi beşdariya hezaran kes hat lidarxistin, serî li Serdozgeriya Komarê da û gilî kir. Polîsan dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û sirûdên "rêxistinî" hatine xwendin weke hincet nîşan da.