Li dijî dorpêç, qedexe û komkujiyê warê ku ‘serî natewîne': Cizîr

  • 10:51 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Şêniyên li Cizîrê xwest "Qedera xwe bi destê xwe diyar bike” û rêveberiya xweser îlan kir. Piştî îlankirinê qedexeya derketina li kolanan dest pê kir. Berxwedana jêrzemînan û qetlîamên ku pêk hatî tu car nehatin jibîrkirin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Nikarin fikrê me teslîm bigirin.”
 
Di sala 2015’an de li bajarên herêmê qedexeya derketina kolanan ku dest pê kir, di ser de 6 sal derbas bû û di dema qedexeyan de mafê du mîlyon kesî hat binpêkirin. Jin, zorok, pîr û kal hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de hiqûqnas û muxalefet ketin nav liv û tevgerê û ji bo tedbîr girtinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan, lê serdan hat redkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de piştî ku bendav derbas kir, Serokwezîrê Tirkiyeyê yê vê demê Recep Tayîp Erdogan, di 17’ê tîrmeha 2015’an de got ku “Peymana Dolmabahçeyê” ku ji payeyên girîng ên pêvajoya çareseriyê ye, nas nakin û bingeha polîtîkayên şerê ku wê sal û nîvek bidome hat avêtin.
 
Çareseriya pêvajoyê rakirin sarincê
 
Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pîrsûsa Rihayê, çeyên DAÎŞ’ê li Navenda Çanda Amara ya li dijî ciwanan êrîşeke xwekujî pêk anî, piştî du rojan di 22’yê tîrmehê de li navçeya Serêkaniyê du polîs hatin kuştin û berpirsyarên dewletê daxuyanî dan û gotin “pêvajoya çareseriyê xilas dikin.” Piştî wê di 24’ê tîrmeha 2015’an de balafirên Arteşa Tirk gundê Zergele yê herêma Qendîlê ya Herêm Federal a Kurdistanê bombebaran kir. Di 11’ê tebaxa 2015’an de jî Erdogan di merasîma Madalyaya Rûmetê ya Dewletê da Fermandarê vê demê Necdet Ozel û got “Wan ji pêvajoya çareseriyê fêm nekir û nexwestin fêm bikin. Ji ber vê yekê niha di sarincê de ye” û piştî çend roj şûnde li bajarên herêmê yên kurdan operasyonên leşkerî dest pê kir. 
 
Qedexeya derketina li derve...
 
Erdogan, piştî ku got “Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye” pênc roj şûnde, di 16’ê tebaxa 2015’an de li Gimgima Mûşê qedexeya derkatina kolanan hat destpêkirin. Qedexê li hemû bajarên dinê jî belav bû. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 16'ê tebaxa 2015'an heta 16'e tebaxa 2017'an di qedexeya derketina li derve de ango di nav pêvajoya 2 salan de bi tevahî li 11 bajar û herî kêm 45 navçeyan tespîta ku bi fermî hatî kirin de herî kêm 252 roj bêdem qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Yek jî van bajaran Şirnex û navçeyên wê bûn.
 
Gav bi gav ber bi qedexeyê ve
 
Di 13’yê tebaxa 2015’an de şêniyên Cizîrê xwestin rêveberiya xwe avabikin û rêveberiya xweserî îlan kirin. Ji ber vê biryara gel, hikûmeta wê demê li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên girtin û binçavkirinê dan destpêkirin. Li dijî operasyonan li taxên Sûr, Yafes, Nûr û Cudiyê endamên YPS’ê ji bo parastina xwe bikin xendek û barîkat ava kirin. Piştî xendek û barîkatan di 4’ê îlona 2015’an Waliyê Şirnexê qedexeya derketina derve îlan kir.
 
Qedexeya 9 rojan
 
Ji roja yekem a qedexeyê şêniyên Cizîrê dest bi parastina taxên xwe kir. Li hember berxwedana gel, leşker û polîs li ser banên avahiyên bilind hatin bicihkirin û hemû her kes hedef girtin. Jinên Cizîrê, tevlî berxwedana li taxan bûn hem taxên xwe parastin. Li Cizîrê di qedexeya 9 rojan a destpêkê de 21 welatî jiyana xwe ji dest dan. Dema ku dîrok 14’ê kanûna 2015’an nîşan dide êrîş gihîştin asta herî jor.
 
Destpêka qedexeya sê heyvan
 
Di 14’ê kanûna 2015’an de di dema qedexeyan de ji ber êrişên dijwar bi hezaran mirov ji neçariyê ji cih û warê xwe koçber bûn. Di dema qedexeyê de nêzî 300 welatî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Navçeya ku 131 hezar nifûsê wê û 11 taxên wê hebûn, ji ketin û derketinê re hat girtin, xetên ceyran, telefon û înternetê hatin birîn. 3 hezar xaniyên li taxên Cûdî, Sûr, Yafes û Nûrê di êrişan de hatin xirakirin. 
 
‘Me serî netewand’
 
Hevserokên Meclîsa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, siyasetmedar, rojnameger û gelek kes di jêrzemînan de asê man, hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Îro jî Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu jêrzemînin Cizîrê jibîrkirine û bertek nîşanî şibhandina xwe ya Hîtler da û got “Me tu kesî di odeyên gazê de neşewitandine.” Lê sed sal derbas bê jî tu carî gotinên Mehmet Tunç "Me serî netewand. Mirovên ku sax mane bi me serbilind bin û Cizîrê nakeve” nayên jibîrkirin. Asya Yuksel û Mehmet Tunç jî tevlî kevneşopiya berxwedanê bûn.
 
TOKÎ hatin çêkirin
 
Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ'yê hatin avakirin. Malbatên ku berê xaniyên wan li wir bûn xaniyên TOKÎ red kirin. Lê qada înşaetên TOKÎ bi têlan hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku kesek nêz bibin. Her wiha mlabatên ku cenazeyên zarokên xwe hîn nedîtine di wê baweriyê de ne ku cenazeyên zarokên wan di bin wan tokiyan de ne. Malbatên ku hêvî dikin bigihîjin cenazeyên zarokên xwe wiha dibêjin: “Hêviya me bi tenê ew e ku em cenazeyên zarokên xwe bigirin û bila gorên wan hebin.” Her wiha di ser qedexeyê de 6 sal derbasbû jî, hîn li taxan şopên gûleyan hene.
 
Qedexeyên ku xilas nabin
 
Piştî qedexe bi dawî bû, li gelek kuçe û kolanan nokteyên kontrolê hatin danîn. Ji aliyek dinê ve jî qedexeyên Walîtiya Şirnexê xilas nabin, qedexe li ser qedexeyan îlan dike. Dema mirov di kolanan de digere piştî çend gava rastî polîs û maşîneyên zirxî tê. Her wiha welatiyên ku di parq û kolanan de dimeşin bi awayek kêyfî ji GBT’ê tên derbas kirin. Her wiha kamerayên mobeseyê li kolan û kûçeyan hatine bi cih kirin.
 
Êrîşên li dijî jinê zêde bûn
 
Bi tevî vê piştî qedexeyan li dijî jin û ciwanan jî polîtîkaya taybet ên şer hatin meşandin. Li herêmê mirina bi guman a jinan gelek zêde bû û derbarê vê rewşê de ji aliyê rayedaran ve lêpirsînek xurt nayê meşandin û ser bûyeran tê girtin. Ji aliyekê dinê ve jî li kolan, kuçe û dibistanan de zarok ji aliyê karmendên dewletê ve bi destdirêjiyê re rûbirû dibînin. Ji van mînakan yek jî alîkarê midûr û endamê Egîtîm Bîr-Sen’ê Burak Ercan e. Li dijî hemû delîl, gilî û îfadeyan jî nehat girtin û tê parastin. Xebatkarên dewletê ku tevlî bûyerên tacîz, tecawiz û fûhûşê her ku diçe zêde dibin û polîtîkaya bêcezabûnê jî berdewam dike.
 
‘Piştî qedexe dawî bûn jî êrîş dom kir' 
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, ji ajansa me re pêvajoya qedexeyê, polîtîkayên ku piştî qedexeyê hatî meşandin û polîtîkayên taybet ên şer ên li hemberî jin û ciwanan nirxand. Sabûha, destnîşan kir ku piştî bi dawîbûna qedexeyan jî li hemberî welatiyan êriş dom kir û got: "Belê qedexe rabûn lê êrişên li hemberî jin û ciwanan dom kir. Niha destdirêjiya li hemberî jinan zêde bûne. Ev nîşaneya domandina polîtîkayên hikûmetê ye. Bi her awayî êrişê li kurdan dikin. Êdişên derhiqûqi, derehlaqî dikin û civakê bêqîmet dikin."
 
Hişbir, sixûrtî û fihûş...
 
Sabûha, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê her cure êriş bi taybetî li hemberî jin û ciwan didome û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ciwanên ku îro hişbîrê bikartînin bi polîtîqayên hikûmetê re girêdayî ye. Bi zanebûn li bajarên herêmê hişbîr tê belavkirin û dixwazin ciwanan ji rastiya herêmê dûr bixin. Her wiha sixûrtî û fihûşa ku li ciwanan tê ferzkirin jî parçeyek vê polîtîkayê ye."
 
‘Partiya me fikr û ramanê me ye' 
 
Sabûha, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî HDP'ê: "Li hemberî partiya me jî êrişeke topyekûn pêk tê. Em her roj dibin şahîdê êrişan. Êdî Gelê Kurd nayên lîstokan. Partiya me ligel her cureyên êrişan dê li ser piyan be. Gel xwedî li partiya xwe derdikeve. Bila baş bê zanîn ku tu kes nikare miftê li deriyê me bixe. Ji ber ku partiya me fikr û ramanê me ye. Dê nikaribin fikrê me teslîm bigirin."