Doza komkujiya Konyayê sibehê tê dîtin

  • 10:06 13 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Rûniştina doza komkujiya Konyayê ya derheqê 11 kesî de hatiye vekirin dê sibehê bê dîtin. 
 
Danişîna ewil a doza derbarê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were dîtin. Mehmet Altûn ê komkujî pêk anî dê weke yekane bersûcê girtî derkeve pêşberî dadgehê. Ji malbatên Keleş û Çalik jî 10 kes wê negirtî werin darizandin. 
 
Li Kuçeya Hasankoy a navçeya Meramê ya Konyayê di 30'yê Tîrmehê de Mehmet Altun heft ferdên ji malbata Dedeogullari qetil kir. Berî bûyera wekî komkujiya Konyayê tê zanîn 2 meh berê di 12'ê Gulanê de malbatên Keleş û Çalik êrişeke nîjadperest li dijî malbata Dedeogullari pêk anîbûn.
 
Ji ber tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin ev  bû sedema kuştina 7 kurdî. Dê yekemîn rûniştina komkujiyê sibehê saet di 09.00'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê dîtin.