Li Şirnex û Edenê qirkirina jinan
- 09:59 13 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edenê Omer Sancar Nazik Sancar a pê re zewicandî, li Şirnexê jî M.B. O.Ç.'ya ku xwe jê berdabû kuşt.
Li taxa Yuzuncuyil a Çukurovaya Edenê Omer Sancar Nazîk Sancar a pê re zewicandî bi çekê qetil kir.
Piştî buyerê Omer Sancar hat binçavkirin û tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Nazîk Sancar jiyana xwe ji dest da.
Li Şirnexê jî li taxa Bahçelîevler O.Ç. ji aliyê M.B. yê ku berî bi 6 mehan xwe jê berdabû ve hat birîndarkirin. O. ya ku birîndar bû rakirin nexweşxanyê û li gel mudaxeleya hat kirin jiyana xwe ji dest da.
Bersûc M.B. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.