ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 13 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Der barê Tarik Kaplan ku hewl da Nurcan Kaplan a di asta destberdanê de bû û dayika wê Nezîre Demîr qetil bike, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin.
 
*Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Şengalê wek ‘sûcê şer’ nirxand û da zanîn ku bi êrîşên li pey hev tên kirin, dixwazin Şengalê vala bikin. DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên li Cizîrê xwest "Qedera xwe bi destê xwe diyar bike” û rêveberiya xweser îlan kir. Piştî îlankirinê qedexeya derketina li kolanan dest pê kir. Berxwedana jêrzemînan û qetlîamên ku pêk hatî tu car nehat jibîrkirin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag, bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Dê nikaribin fikrê me teslîm bigirin.”
 
*Garîbeya ku bûyerên tecawuz û îşkenceyê yên di girtîgehan de îfşa kir bi diruşmên “Şehît Namirin” bi girseyî hat definkirin. Gora wê bi cilên bûkaniyê hate pêçan,  dayika wê bi lîlandina xwe re got “ Keça min bûka Kurdistanê ye.” Garîbe bi têkoşîna xwe bû qêrîna girtîgehan û têkoşîna xwe li dû xwe hişt. PORTRE